Rewşa ava Firatê...bi wêne

Dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ya ava Firatê kêm kiriye û di dîmenên îsal hatine kişandin de metirsiya ji vê yekê tê xuyakirin.

Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
Rewşa ava Firatê...bi wêne
14 kanûn, 2021   08:04
KOBANÊ

Nûçegihanên me di 11 mehan de bi dîmen û wêneyan kêmbûna ava çemên Sûriyê belge kirin.

Di wêneyan de ku li heman deverê li nêzî bendava Rojava (Tişrînê) di dîrokên cuda de hatine kişandin (Kanûna 2019`an û Cotmeha 2021`an), ferqekeke mezin xuya dibe ku îsal ava Firatê pir kêm bûye.

Endamê Rêveberiya Bendava Rojava Mistefa Ebdurehman ji ajansa me re axivî û daxuyand ku miqdara para Sûriyê ji ava çemê Firatê, ji Çileya îsal ve nehatiye guhartin.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê Tebaxa derbasbûyî wêneyek bi rêya peykê kişandibû û ew wêne belav kir. Tê de asta kêmbûna ava Firatê diyar dibe.

Li gorî gelek komîte û desteyên çandiyê yên li herêmên cuda, ava Firatê li Sûriyê derdora 900 hezar hektar zevî av dide. Jê yên herî girîng genim e, bostan û darên mêwan. Lê ji havîna 2020`an ve 400 hezar hektar bê av maye.

Di demekê de ku ambargo li ser aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, kêmbûna rêjeya ava Firatê bandoreke neyînî li berhemên herêmê dike, ji ber ku gelê herêmê pê debara xwe dike.

Bi sedan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka beravên Firatê ne û rewşa wan ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, kambax e.

Di demekê de ku ava Firatê kêm bûye û baran li Sûriyê nebariye, ziwabûn gefan li jiyana bi milyonan sivîlan dixwe û wan ji ava vexwarinê, xwarin û enerjiyê bê par dihêle.

Çavdêran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya koçberkirina niştecihên herêmê û valakirina wê de, van kiryaran pêk tîne. Ji lew re avê wek çekekê bi kar tîne û bi rêya MÎT`ê şerê taybet dide meşandin û rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çekên giran û balafirên bêmirov dike hedef.

Li gorî peymana di navbera Enqere, Şam û Bexdayê de ya sala 1987`an, salane para Sûriyê ji ava Firatê 6 milyar û 627 hezar metrekab e, para Iraqê jî 9 milyar û 106 hezar metrekab e û para Tirkiyê jî 15 milyar û 700 hezar metrekab e, lê dewleta Tirk vê lihevkirinê binpê dike.

(eh)

ANHA