Malbata Mistefa û Merwan gotegotên têkildarî girtiyan derewandin

Malbata girtiyê bi navê Mistefa Salih û pismamê wî Merwan Salih ku li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtî ne, gotegotên ku hin kanalên alîgirên PDK`ê belav kirine, derewandin û diyar kir ku wan serdana girtiyên xwe kiriye û rewşa wan baş e.

Malbata Mistefa û Merwan gotegotên têkildarî girtiyan derewandin
14 kanûn, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên alîgirênên PDK`ê 1`ê Kanûnê îdiayên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn îşkence li welatiyê bi navê Mistefa Salih û pismamê wî Merwan Salih kiriye, weşandin.

Malbata her du girtiyan ev îdia û gotegotên ku der barê zarokên wan de piştî serdanê, derewandin.

Izedîn Ebdullah ku ji gundê Eyn Dîwer ê bajarê Dêrikê ye û pismamê girtiyê bi navê Mistefa Salih û Merwan Salih e, wiha got: "Em gotegotên ku der barê pismamê me de hatine weşandin, qebûl nakin. Malbata me welatparêz e. Beriya saetekê me serdana girtiyên xwe kir û tenduristiya wan baş e."

Izedîn Ebdullah li gorî gotinên her du girtiyan diyar kir ku di girtîgehê de dan û standineke baş bi wan re tê kirin.

Izedîn Ebdullah ev gotegot şermezar kirin û wiha anî ziman: "Em van gotegotên hin alî ferz dikin, nexasim kesên ku niha li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, şermezar dikin. Heke dixwazin rastiya herêmê derxin, bila berê xwe bidin Rojava û di nava gotegotan de nejîn." 

Izedîn Ebdullah wiha domand: "Rêveberiya me heye. Em rêzdariyê didin biryarên wê. Em li gorî wan dimeşin û em rêzdariyê didin hemû biryarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Ji ber ku ev rêveberî me diparêze."

Mistefa Salih (85) di 18`ê Cotmehê de û pismamê wî Merwan El-Salih (45) di 17`ê Cotmehê de hatin girtin.

Keça birayê Mistefa, Wefa Elî gotegotên ku dezgehên girêdayî PDK`ê belav kirine, şermezar kirin û wiha axivî: "Ev kanal dixwazin malbat û rêveberiya me reş bikin. Em vê yekê qebûl nakin."

Wefa Elî peyamek ji dezgehên çapemeniyê re şand û ev tişt got: "Rastî dê derkeve holê. Çi biryar û qanûn ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li ser welatiyan pêk werin, em amade ku pêk bînin û rêzdariyê didin biryarên wan. Em dizanin ku kî dixwaze tevliheviyê di nava me de belav bike."

PDK ji destpêka ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezirandin, şerekî çapemenî bi rêya çavkaniyên xwe li dijî destkeftiyên ku gelê Kurd û gelên herêmê bi dest xistine, dimeşîne.

(bx)

ANHA