Parlamentereke HDP: Jin di nava siyasetê de bi mêran re ne xwedî temsîliyeteke wekhev in

Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Tulay Hatîmogullari got, jinên li Tirkiyê di nava siyasetê û di jiyana kar de bi mêran re ne xwedî temsîliyeteke wekhev in û destnîşan kir ku gotinên Erdogan ên têkildarî jinan tu girîngiya xwe nîn e.

Parlamentereke HDP: Jin di nava siyasetê de bi mêran re ne xwedî temsîliyeteke wekhev in
14 kanûn, 2021   00:34
NAVENDA NÛÇEYAN – SOZDAR WEQAS

Li Tirkiyê  bi navê "Şerefê" her cûre tundiya fîzkî û derûnî li ser jinan tê meşandin. Li gorî forma "Na ji sûcên li dijî jinan re", di meha Mijdarê de 29 jin hatine qetilkirin.  Ev hejmar ji jinên li Tirkiyê re cihê fikran e.

Li gorî daneyan, rêjeyeke mezin a sûcên qetilkirina jinan encamên tundiya malbatî ye û ji sedî 69 sûcên qetilkirin û tundiya li ser jinan di malê de têne kirin.

Ji wê zêdetir, partiya serwer a li Tirkiyê ya bi serkêşiya Erdogan, derfet nade jinan ku cihê xwe di qadên jiyanê de bigirin. Li Bakurê Kurdistanê dijî jinên çalakvan, siyasetmedar û rojnamevanên jin  zextên mezin têne kirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di vîdeoyekê de got Tirkiye mafê hilbijartinê berî gelek welatên Ewropayê daye jinan. Vîdeo ku bi minasebeta 87 saliya dayîna mafê jinan ê hilbijartinan ku bibin namzet û dengê xwe bidin, hate weşandin.

Erdogan got: “Mafê jinan ê hilbijartinan ku li gorî Ewropayê di demeke pir zûtir de hate dayîn, nîşaneyeke girîng e ku gelê me çawa li jinan dinêre." Her wiha got ew ê ji bo peydakirina çareseriyên ji pirsgirêkên jinan re û bi taybet tundiya li ser jinan, xebatên xwe bidomînin.

Têkildarî mijarê cîgira Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari di hevpeyvîneke taybet bi ajansa me re diyar kir ku di pêvajoya serweriya AKP'ê de bi awayekî sîstematîk tundiya li ser jinan zêde bû.

Hevpeyvîn wiha ye:

AKP ji destpêka desthilata xwe ve hewl dide jinan bixe nava qaliban. Ji ber vê yekê cihêkariya li hemberî jinan bi awayekî sîstematîk didome. Gelo vê daxuyaniyê di nava gel de girîngiyeke xwe heye?

Di dema desthilata AKP'ê de her cure zext û tundiya li ser jinan bi awayekî sîstematîk zêde bûye. Di dema desthilata xwe ya 19 salan de, kuştinên jinan û tundiya li ser jinan ji sedî 1400 zêde bû. Di navbera 1'ê Çileya 2021’an û 23'yê Mijdara 2021'an de, di 326 rojan de, herî kêm 285 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, herî kêm kuştina 193 jinan wek 'gumanbar' hatin ragihandin, mêran tudî li herî kêm 711 jinan kir. Lê belê hikumeta AKP'ê li şûna ku tedbîrên ji bo sekinandina tundiya mêran bigire, ji Peymana Stenbolê vekişiya ku ew neçar dikir hin bergiriyan bigire. 

Hikumeta AKP'ê jinan tenê wek dayik û hevjîn dibîne û wan neçarî malbat û malê dike. "Wezareta Jinan" di dema desthilata AKP'ê de kirin "Wezareta Malbatê" û çav berdaye destkeftiyên din ên jinan. Yanî ev gotina Recep Tayyîp Erdogan, nemaze li cem me jinan, tu girîngiya xwe nîn e.

Li Tirkiyê gelek jin, bi taybet jî aktîvîstên Kurd, rastî destdirêjiya sîstematîk û zordariyê tên, nemaze aktîvîstên civaka sivîl de. Vê gotinê têkiliyeke xwe ya çawa bi tiştên ku we şahidî lê kiriye û kiryarên li dijî jinan yên li Tirkiyê, heye?

Desthilata AKP'ê li derveyî kesayeta jinan a "tê qebûlkirin", tehemulî jinên ku li hemberî serdestiya li ser ked, beden û nasnameya xwe li ber xwe didin nake. Em vê yekê her roj di gotinên AKP'ê de û li ser zimanê medyaya wan dibînin. AKP tu carî dev ji zimanê êrişkar ê li hemberî jinên muxalîf bernade.

Ev yek ji ber bêtehemuliyê ye. Qeyûm danîn ser navendên jinan, parlamenterên me yên jin û şaredarên HDP’ê xistin girtîgehan û sîstema me ya hevserokatiyê ku yek ji destkeftiyên herî girîng ên têkoşîna jinan a cîhanê ye û hevserokatî ji bo vê yekê ji xwe kirin hincet.

Desthilat dixwaze jin li malên xwe rûnên. Ne siyasete bikin, ne jî karekî. Lê belê jinên li Tirkiyê xwe nadin ber vê yekê. Tevgera jinan a Tirkiyê û tevgera jinên Kurd li dijî vê yekê bi xurtî tê dikoşin. 

Li gorî we jin di polîtîka, şaredarî, sazî û parlamentoyê de xwedî rol û temsîliyet in an jî bi tenê tiştekî şeklî ye? Destheqên jinan û mêran wekhev in an na?

Jinên li Tirkiyê di nava siyasetê û di jiyana kar de bi mêran re ne xwedî temsîliyeteke wekhev in. Bi tenê ji sedî 17’ê 582 parlamenteran jin in. Partiya ku  herî zêde temsîliyeta jinan lê heye HDP ye. Li gelek cihan, bi taybetî jî di nava AKP’ê de temsîliyeta jinan sembolîk e. 

Li hemberî mûçeyên jinan jî helwesteke zayendîperest heye. Ji ber vê yekê yek ji sloganên sereke yên tevgera jinan a li Tirkiyê, wekî li hemû cîhanê; “karê wekhev, destheqê wekhev" e. Fatûreya krîza aborî ya heyî jî bi piranî li ser milê jinan e û her ku diçe jin xizantir dibin.

Di demekê de ku jinên Kurd, jinên Tirkiyeyî, parêzvanên mafên mirovan û jinên Kurd ji ber zordariya dewletê, binpêkirinan û girtinên kêfî zêdetir dibin, Erdogan soz da ku dê pirsgirêkên tundiyê yên li dijî jinan çareser bike. Bi dehan jin hene ku bi tenê ji ber ku mafên jinan xwestine, bûne hedef. Her wekî Denîz Poyraz, Leyla Guven û yên din. Hûn vê nakokiya di navbera gotinên Erdogan û rastiya li Tirkiyê de çawa şîrove dikin?

AKP dema hat ser desthilatê, tu sozên xwe bi cih neanîn û li ser soza domandina desthilata xwe siyaseta xwe ya qirêjî li hemû qadan dewam kir. Ji ber vê yekê, heke em li tiştên ku di dema desthilata wê ya 19 salan de binêrin, mirovên ji bo mafên mirovan, ked, jin, xwendekar-ciwan, ekolojî, demokrasî, edalet û aştiyê tê dikoşin, bendewariyên wan ji AKP’ê nîn e. Her hêvî nake ku çareseriyekê jî peyda bike.

Hikumeta AKP'ê zextê li tevahiya muxalîfan dike. Lê zexta li ser HDP'ê bi taybet jinan û bi taybetti jî jinên Kurd, pir zêde ye. Ji berxwedana jinan gelek aciz in. Kesê ku Denîz Poyraz qetil kir, li Minbicê perwerdeya çekdarî girtibû.  Me dijminahiya DAIŞ, El -Nusra û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a li dijî jinan, di qetilkirina Denîz Poyraz de dît.

Jinên Kurd ên wekî Leyla Guven û berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî bi awayekî taybet dikin hedef. Lê belê ev yek di nava jinên Kurd, gelê Kurd û tevgera jinên Tirk de nabe sedema xirabûna moralê. Berevajî wê, hêza me ya têkoşînê xurttir dike.

Bêyî ku zîhniyeta xwe biguherîne dê bikare pirsgirêkên tundiyê çareser bike?

Tevî hemû hişyarî û daxwazên tevgera jinan, ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan, planeke çalakiyên nehat ragihandin. Tevî ku gelek serlêdanên saziyên sivîl ên ji têkoşîna li dijî tundiyê çêbûn jî, bi hinceta pandemiyê qanûn û rêzikname binpê kirin.

Peyman û qanûnên navneteweyî bi awayekî bibandor û adilane nehatin xebitandin, di pêvajoya pandemiyê de bendên parastinê jî hatin sînordarkirin, stargeh hatin girtin, qebûlkirina li stargehan zehmettir kirin. Li Tirkiyê di bûyerên tundiya li hemberî jinan û kuştina jinan de pirsgirêkeke cidî ya daneyên fermî heye û xwegihandina daneyên rast ne pêkan e.

Kiryarên AKP’ê yên li dijî jinan li holê ne. Ji Peymana Stenbolê vekişiya û Qanûna bi Hejmara 6284’an dide nîqaşkirin ku ew berhema têkoşîna jinan bûn. Yanî ne mimkun e ku bi xwe pirsgirêkan diafirîne û didomîne, pirsgirêkên heyî çareser bike.

Gotina me ya dawîn ev e; em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin ku me bi têkoşîn û berdêlên giran ên li dijî tundiya mêr-dewlet-sermayeyê û her cure êrişan bi dest xistine û em jin dê destketiyên xwe bi xurtî biparêzin.

ANHA