Turnuveya futoblê ya "Veger" di roja duyemîn de dewam dike

Turnuveya fubolê ya "Veger" ya ku ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de didome.

Turnuveya futoblê ya "Veger" di roja duyemîn de dewam dike
Turnuveya futoblê ya "Veger" di roja duyemîn de dewam dike
Turnuveya futoblê ya "Veger" di roja duyemîn de dewam dike
Turnuveya futoblê ya "Veger" di roja duyemîn de dewam dike
13 kanûn, 2021   17:16
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê duh bi navê "Veger" turnuveyeke fubolê da destpêkirin. Turnuve bi beşdarbûna 8 tîman li stada Muhterifîn a li bajarê Hesekê berdewam dike.

Di roja yekemîn de du maç hatin lidarxistin. Tîma Serêkaniyê û tîma Mîtan li hemberî hev lîst in û tîma Ciwanên Hesekê û tîma Şehîdên Serêkaniyê li hemberî hev lîstn.

Îro jî du maç li dar xistin. Tîma Dicel û Selahedîn bi hev re lîstin û tîma Waşûkanî û Bîra Nuh lîstin. Beşdaran elqeyeke mezin nîşanî turnuveyê da.

Li gor komîteya amadekar a turnuveyê ev turnuve bi armanca teqeziya bi mafê jiyanê û vegera li ser warê xwe hatiye organîzekirin.

Serokê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Besam Kaço ku turnve bi rêxistin kiriye diyar kir ku turnuve wê roja Çarşema bê bi dawî bibe.

ANHA