Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan gihaşt navçeya Tirbespiyê.

Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
13 kanûn, 2021   18:41
QAMIŞLO

Meş dirêj a endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan gihaşt navçeya Tirbespiyê ya bi diruşma "Werin cenga azadiyê" ya ber bi dergehê Sêmalkayê ve, gihaşt navçeya Tirbespiyê.

Bi sedan şênî li deriyê ketina navçeyê bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla pêşwaziya ciwanan kirin. Meşa ciwanan di nav kolanên sereke yên navçeyê gerya û li ber avahiya Şaredariya Gel a li başûrê rojavayê navçeyê rawestiya.  Li vir bi xelekên ji agir navê "APO" hatin çêkirin.

Hevseroka PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hediye Şemo meşa ciwanan silav kir û wiha got: "Ev meş karekî welatparêzî ye û nîşandeya xwedîdertina li şehîdan e. "

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger jî axivî û got, gerîla hêza xwe ji têkoşîna ciwanan digire û ciwan hêza xwe ji berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk digire. Her wiha anî ziman ku ciwan bingehê avakirina welatan e û bang li wan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bibe têkoşînê geş bikin.

Zelal Ceger destnîşan kir ku îsrara ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çûna wan a ber bi deriyê sînor ve bersiva herî xurt li hember dewleta Tirk û hevkara wê PDK'ê ye.

Piştî axaftinan sinevîzyoneke li ser berxwdana gerîla hate pêşandan, paşê xelekên dîlanan hatin gerandin.

ANHA