Kongra Star  a Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga şandina komîteyeke lêkolînê ji bo herêmê kir da ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belge bike û hesab ji wan bixwaze.

Kongra Star  a Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
13 kanûn, 2021   17:03
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongra Star, Meclisa Jinên Azad a Kantona Şehbayê, Yekitiya Jinên Azad a Êzidiya a Rojava, li ber avahiya  Kongra Star a li kampa Serdem a gundê Til Sosîn a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn. Jinan alên saziyên jinan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û têkoşerên êzidî yên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê de şehîd bûbûn hildan.

Endamên Kongra Star bi zimanên erebî û tirkî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Binpêkirinên faşîzma Osmanî zêde dibin, komkujî û sûcên şer ên li dijî kurdan û projeya mirovahî berdewam dikin. Di êrişên xwe yên giran ên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê de hemû rêbaz û siyaetan bi kar tîne. Her wiha di rojên dawî de li Şengala ku bûye qada têkoşînê û li gel hebûna Rêveberiya Xweser bi balafirên bê mirov avahiya meclisa gel a navçeya Xanesorê kir hedef. Beriya vê êrişî jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kir hedef. Ev sûcên qirêj ên li dijî êzidiyan berdewama fermanên qirkirinê ne."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li Efrînê û wiha hate domandin: "Li Efrîna dagirkirî sûcên li dijî jinan, sûcên revandinê bênavber berdewam in. Ya herî dawî biryara înfazkirina du jinên ciwan ên  Kurd ên di girtîgeha Raî de ne ye. Armanc ji van sûcan şikandina vîna jinan û domandina siyaeta qutkirina serî ji beden e ku bi destê bazirganên welat ên malbata Barzanî ên di dîroka reş de nûnertiya xiyanetê dikin, tên kirin."

Di daxuyaniyê de hemû sûc hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku komîteyeke lêkolînê bişîne herêmê da ku sûcên çeteyan û xwediyê wan Erdogan ên li dijî şêniyên herêmê belge bike û hesab ji wan bixwaze.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin berzkirin.

ANHA