Li Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên QSD`ê operasyonek li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li nêzî bajarokê El-Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê pêk anî û di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Li Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
13 kanûn, 2021   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya QSD`ê ragihand ku çalakî piştî lêkolîn, komkirina agahiyan û şopandinê hate kirin.

QSD’ê wiha da zanîn: "Endamên şaneya terorîst gule li hêzên ku çalakî pêk anîn, barandin. Ji ber ku banga hêzên me pêk neanîn, hêzên me bersiva gulebaranê da. Di encama wê de 5 endamên şaneyê hatin kuştin ku piraniya wan jî kemberên teqemeniyê li wan bûn."

Her wiha hate destnîşankirin ku çalakî li dijî êrişên şaneyên terorîst ên li hember hêz û saziyên sivîl û xizmetguzariyê li bajarokê El-Bisêrayê, hate kirin û çalakî bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêk hat.

(bx)