Meclisa Jinan a Sûriyê li Minbicê civînek li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê li Minbicê bi navê "Tundiya heyî li ser civakê" civînek li dar xist.

Meclisa Jinan a Sûriyê li Minbicê civînek li dar xist
13 kanûn, 2021   14:10
MINBIC

Civîn li hola Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li bajarê Minbicê hate lidarxistin. Di civînê de endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan Sûriyê Rûla Osman têkildarî tundiya civakî axivî û destnîşan kir ku ew tundî li ser esasê zayand yan jî civakî ye.

Rûla di axaftina xwe de behsa cureyên tundiyê kir, wekî tundiya fîzîkî, destdirêjî, bêparmayîna ji derfet û xizmetan wekî destdirêjiya psîkolojîk û hestyarî.

Rûla Osman diyar kir ku xirabûna bikaranîna desthilatdariyê, bêhevsengiya hêzan, biçûkxistin, bêrêzdariya ji jinan re, urf û adetên civakî, çandî û nexasim newekheviya di navbera jin û mêran de û paşguhkirina rola jinan û xebatên wan, sedemên tundiyê ne.

Ji bo tunekirina hemû cureyên tundiya li dijî jinan, Rûla Osman banga wekheviya di navbera jin û mêran de kir.

Her wiha beşdaran teqezî li ser girîngiya berfirehkirina rola mêran di tunekirina tundiyê de bi rêya tevlêbûna di hemleyên civakî û bernameyên hişyariyê de ku ji bo qedandina tundiyê pêk tên.

(bx)

ANHA