Kongra Star êrişa li ser Xanesorê şermezar kir

Kongreya Star êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê ya Şengalê şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin.

Kongra Star êrişa li ser Xanesorê şermezar kir
11 kanûn, 2021   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên şer li dijî avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê ya Şengalê şermezar kir.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye: "Bi navê Koordînasyona Kongra Star em êrişên li dijî herêmên bi ewle şermezar dikin. Beriya çend kêliyan balafirên dewleta Tirk a dagirker li avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê ya Şengalê da.

Ev êriş nîşaneya lawazkirina dewleta Tirk e, ji lew re rêbazên wiha bi kar tîne. Dewleta Tirk siyaseta koçberkirin û qirkirina gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê ve berdewam dike, çekên kîmyewî bi kar tîne û demografiya herêmê diguhere.

Li ser vê yekê em dibêjin, ev binpêkirin û zêdegavî li pêşberî çavên cîhanê tevdî, nexasim rêxistinên hiquqî  yên ku banga mafên mirovan dikin, pêk tên. Hemû binpêkirinên ku li dijî herêmê têne kirin encama bêdengiya navneteweyî ye.

Em Koordînasyona Kongra Star bang li hemû rêxistinên hiquqî dikin ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin."

(eh)

ANHA