​​​​​​​'Armanca me sazkirina hevpeymaneke civakî ye ku layiqî gelê Sûriyê be'

Endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Elîzabêt Gewriyê da zanîn ku armanca ji civîna dawî ew e ku rengê dawî yê hevpeymana civakî saz bikin ku tevahî pêkhate jê razî be û layîqî gelê Sûriyê be.

​​​​​​​'Armanca me sazkirina hevpeymaneke civakî ye ku layiqî gelê Sûriyê be'
12 kanûn, 2021   00:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Duh civîna dawî ya jinûve sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdem ya  Çand û Hunerê ya li Hesekê dest pê kir. Di civînê de tevahî endamên komîteyê berfireh ku ji 157 delegeyan pêk tê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

15`ê Tîrmeha borî, Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa hevpeymana civakî amade bike û bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş bike.

Têkildarî girîngiya vê civînê, endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Elîzabêt Gewriyê ji ANHA'yê re axivî û got: "Ev civîn li beramberî civênên berê pir girîng e, ji ber ku  civîna komîteya berfireh e ya ku beriya 3 mehan hate avakirin."

Elîzabêt Gewriyê diyar kir ku di wê civînê de komîteyeke biçûk ji 30 endaman hat avakirin da ku reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  lêkolîn bike û wiha domand: "Di civîna komîteya berfireh de ya ji 157 endaman pêk tê, dê bendên reşnivîsê bi awayekî fireh werin nîqaşkirin da ku nêrîn û pêşniyarên endamên vê komîteyê wergirin."

Elîzabêt Gewriyê bal kişand ser reşnivîsê û ev tişt anî ziman: "Armanc ew e ku em rengê dawî ya hevpeymana civakî sazî bikin ku li gorî tevahî pêkhateyan be. Da ku nêrînên hev du qebûl bikin, fikirên xwe fireh bikin û bigihînin modekele guncaw a hepeymana civakî ku layiqî gelê Sûriyê be."

Endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê da zanîn ku civîn dê bi sazkirina rengê dawî yê reşnivîsa hevpeyamana civakî bi awayeke demokratîk û biratî bi dawî bibe.

(fr)

ANHA