AAN: Di hefteyekê de zêdetirî 22 welatî li Efrîn hatin revandin

Tora Çalakvanên Efrînê (AAN) raporeke li ser sûcên dagirkeran ên ji 5 Kanûnê heta roja îro yên li Efrînê weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku zêdetirî 22 welatî hatine revandin.

AAN: Di hefteyekê de zêdetirî 22 welatî li Efrîn hatin revandin
AAN: Di hefteyekê de zêdetirî 22 welatî li Efrîn hatin revandin
AAN: Di hefteyekê de zêdetirî 22 welatî li Efrîn hatin revandin
11 kanûn, 2021   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Efrînê berdewam dikin. Tora Çalakvanên Efrînê (AAN) raporeke berfireh û belgeyan li ser sûcên ku ji 5'ê vê Kanûnê heta roja îro (11'ê Kanûnê) ve hatine kirin weşand.

Li gorî raporê sûcên ku di navbera 5-11'ê Kanûnê de hatine kirine wiha ne:

Qetilkirin: Li dijî 2 jinên revandî cezayê înfazê hatiye birîn.

Revandin: Zêdetirî 22 welatî hatin revandin, di nav de 3 jin hene.

Binpêkirinên li dijî şûnwaran: Girê Marata yê 1. 5km dikeve başûrê rojhilatê bajarokê Marata û 5 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Efrînê hate texrîbkirin.

Qutkirina daran: Li du cihan daran hatin birîn.

Desteserkirin: 4 bûyerên desteserkirinê pêk hatin. Li gundê Mierîskê yê girêdayî navçeya Şerayê, çeteyên navê "Aboriya Cebha El-Şamiya" li xwe dikin yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya çete Şêx Ebdulcebar  dest danîn ser 350 darên zeytûnan ên ayidî welatiyên bi navê Zuhr û Îsam.

Dizî: 4 bûyer

Ferzkirina baceyan: 1 li herêmekê.