Roja yekemîn a civîna jinûve sazkirina hevpeymana civakî bi dawî bû

Roja yekemîn a civîna komîteya berfireh a sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşên li ser reşnivîsa hevpeymanê û guhertina bendên wê bi dawî bû.

Roja yekemîn a civîna jinûve sazkirina hevpeymana civakî bi dawî bû
11 kanûn, 2021   17:06
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Civîna dawî ya komîteya berfireh a jinûve sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li hola Serdem a li bajarê Hesekê dest pê kir. 157 endamên komîteya berfireh, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û civakî li herêmê beşdarî civînê bûn.

Roja yekemîn a civînê bi nîqaşên li ser reşnivîsa hevpeyama civakî û guhertina bendên wê bi dawî bû.

15`ê Tîrmeha borî, Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa hevpeymana civakî amade bike û di civînên berfireh de bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ev reşnivîs hat nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2021/12/11/155911_dsc_0014-28large29.webp

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Deham Setam diyar kir di roja yekemîn de komîteya taybet de  reşnivîsa hevpeyaman civakî hate nîqaşkirin û got: " Me gelek xalên hevpeymanê bi awayekî lihevhatî û demokratîk guhertin."

Setam di dawiyê de diyar kir ku dê civîn du rojan dewam bike, tê de xalên mayî yên hevpeymana civakî nîqaş bikin.

(eh)

ANHA