Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê semînerek li ser ola jinan di parît û siyasetê de da.

Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
Li Minbicê semînerek li ser rola jinan di siyasetê de hate dayîn
11 kanûn, 2021   16:24
MINBIC

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Partiya me misogerî û rêya me ye" semînerek organîze kir. Di semînerê de rola jinan di partî û siyasetê de hate nîqaşkirin. 60 jinên ji bajarê Minbic û endamên rêxistinên jinan ên bajêr tev li semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Bajarê Minbic Ezab Ebûd zanista partîtî û siyasî şîrove kir.

Ezab Ebûd îşaret bi zanîna siyasî kir û got: "Ji xalên sereke yên civakên banga pêşketinê dikin, ji ber ku zanebûn rê li pêşiya çareserkirina pirsgirêkan vedike û divê zanîn li ser bingeheke nerm be ku bikaribe nêzî bûyer û guhartinan bibe. He wiha li ser bingeha rêzdayîna ji nêrînên cuda re be, qebûl bike û pê re bide û bistîne."

Ezab Ebûd di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi rêbazên cuda yên avakirina zanista siyasî kir û got: "Ji wan avakirin û meyla siyasî. Ev jî bi rêya saziyên sivîl, pisportiya siyasî û qezenckirina zanînê pêkan e."

Paşê berdevka Meclisa Jinan a partiyê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û îşaret bi rola jinan û rêxistinkirina wan, asta xebata wan a siyasî û îdarî, yekkirina vîn û anerjiya wê û meyla wê ya ji xebatê siyasî demokratî kir.

Îbtîsam Ebdulqadir bal kişand ser rêgezên giştî yên jinan û wiha axaftina xwe dewam kirn: "Di hemû waran de piştgiriya jinan were kirin û fikirên wê yên rizgarkirinê were pêşxistin, da civakeke hevgirtî ava bibe û pîvan û rêgezên exlaqî werin bicihkirin, her wiha girêdan di navbera civakîbûnê de û modernîteya demokratîk de çêbibe da jin parastina xwe bike û li dijî hemû awayên zilim û tundiyê bisekine."

Berdevka Meclisê anî ziman ku avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk xwe dispêre azadiya jinan û wiha domand: "Jin ji bo bicihkirina edaletê û pêkanîna jiyaneke hevbeş a di navbera her du zayendan de tê bikoşin. Ji ber vê yekê divê di destûrê nû de mafên jinan were parastin û qanûnên rewşên şexsî û medenî werin guhartin."

Di dawiyê de deriyê nîqaşê li pêşberî beşdaran hate vekirin. Beşdaran îşaret bi girîngiya vê semînerê  kir, ku bal kişand ser rola jinan di pêşxistina civakan de da civakeke demokratîk were avakirin û tê de azadî û wekhevî misoger be.

(eh)

ANHA