Îbrahîm Reîsî: Em ji bo dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerî cidî ne

Serokkomarê Îranê got ji bo dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerî cidî ne ku li Viyanayê pêk tên. Her wiha gihaştina lihevkirineke baş bi cidîbûna aliyên rojavayî ve girê da.

Îbrahîm Reîsî: Em ji bo dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerî cidî ne
11 kanûn, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wiha got: "Em di dan û standinan de cidî ne. Heke aliyên din jî têkildarî rakirina cezayan cidî bin, em ê bigihêjin peymaneke baş. Helbet em dixwazin bigihêjin peymaneke baş."

(bx)