Şênî sersaxiyê didin malbata Garîbe Gezer

Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Garîbe Gezer kir. Sersaxî li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatiye danîn.

Şênî sersaxiyê didin malbata Garîbe Gezer
11 kanûn, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo Garîbe Gezer ku di girtîgeha Kandirayê ya dewleta Tirk de îşkenceya sîstematîk lê hate kirin û piştre jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê konê sersaxiyê li Mala Taziyê ya Seyîd Hesen hate danîn.

Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê çûne sersaxiyê. Sersaxî dê 3 rojan bidome.