Di çalakiya gerîla de li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin

Gerîla li Zapê bi ser leşkerên Tirk ên dagirker de girtin. Dagirkerên ku ji tirsê reviyan, bûne hedefa gerîla. Di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.

Di çalakiya gerîla de li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin
11 kanûn, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) encama çalakiya li Zapê ragihand.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

''9'ê Kanûnê 2 kozikên dagirkeran ên li rêzeçiyayên Cîloya Biçûk bûne hedefa tîmên me yên gerîla yên mobîl, taktîka serdegirtinê û di nav wan ketinê di zik hev de hatine bikaranîn. Lê hêzên me dema ku ketin nav kozikên dijmin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku bi çalakiyên karîger ên gerîla ên li ser herêma Zapê derbên giran xwarin, kozikên xwe berdane û li eraziyê tertûbelav bûne. Hêzên me nehiştine ku dagirker hilmê bistînin, cihê komeke hêzên dagirker a li eraziyê tespît kirin û li qada çalakiyê planeke nû ya çalakiyê danîn. Di çarçoveya vê planê de saet 11:40'an ji du baskan ve dagriker bûne hedef û gerîla bi ser wan de girtin. Baskê pêşî ji nêzîk ve bi çekên şexsî li kon dane ku dagirker tê de bûn. Li vir bi kêmanî 3 dagirker hatin kuştin. Baskê duyan jî bi taktîka suîkastê li dagirkeran daye û 2 dagirker hatin kuştin. Dagirkerên din çavtirsî bûn û tertûbelav bûn. Tîmên me yên gerîla yên mobîl ên profesyonel bêyî ku ziyan were ser wan ev çalakî temam kirine. Nûçeyên medyaya şerê taybet a Tirk ku dibeje li Zapê windahiyên gerîla hene bêbingeh û derew in.

Di encama vê çalakiya serkeftî de ku taktîkên gerîlaya serdema nû di zik hev de hatine bikaranîn û çalakiya koordîne 5 dagirker hatine kuştin.

9'ê Kanûnê saet 21:20'an artêşa Tirk a dagirker gundê Girê yê bi ser herêma Garê ve bi balafirên şer bombe kirine.

10'ê Kanûnê saet 10:40-17:00'an artêşa Tirk a dagirker, qadên Çemço ya bi ser Zapê ve û qada Sîda bi balafirên şer bombebaran kir û bi obûsan qereqolên ser xeta sînor bombe kirine.''