Li Iraqê kongreya "Ber bi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî"

Kongreya "Ber bi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî’ li Bexdayê destpê kir.

Li Iraqê kongreya "Ber bi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî"
11 kanûn, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li peytexta Iraqê Bexdayê  bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrupayê, Kongreya "Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî" desptê kir.

Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, Herêma Kurdistan û pêkhateyên cûda yê li Iraqê wê amadebin.

Kongre bi sirûda nîştimanî ya Iraq ê deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser armanca kongreyê gotarek wê bê pêşkêşkirin. Tê payîn kongreya heya danê êvarî dewam bike.

Bernameya kongreyê bi vî awayî ye:

Wê di panele yakem de li ser xebata hevbeş ya Ereb û Kurdan ya dîrokî ji aliyê Dr. Seyf Ednan Kazim ve mijarek were pêşkêşkirin. Mijara dûyem wê li ser ‘Bandora dewlet-netew li ser peywendiya Ereb û Kurdan’ ji aliyê Dr. Edlî Mehdî ve were dayîn. Mijara sêyem wê li ser ‘Bandora siyaseta dagirkeriya navnetewî û metirsiya projeya Osmaniya nû ya li ser Iraqê’ ji aliyê Hesen Cudî ve were pêşkêşkirin.

Piştî wê li ser ‘Rola jinên Ereb û Kurdan a di guhertina hêza civaka Iraqê de’ Necîbe Qeredaxî jî mijara çarem pêşkêş bike.

Di panela dûyem de wê li ser ‘Şaxê şer û aştî’ mijarek ji aliyê Şoreş Ebaçî ve were pêşkêşkirin. Herwiha mijarek li ser ‘Pêşbaziya hevbeş ya navbera Kurd û Ereban de’ ji aliyê Prof. Hîkmet Hebîb ve were dayîn. Wê Şêx Azad Ebdula  li ser ‘Girîngiya şoreşa hizrî ya demokrasî a li Iraq, nasyonalîzm, ol û netew’ mijarek pêşkêş bike.

Herwiha wê mijarek li ser ‘Dewleta welatîbûn, netewdemokratîk, projeya çareseriya pêşniyarên ji bo stratejiya herêmê’ ji aliyê Dr. Kamîran Berwarî ve were pêşkêşkirin.

Piştî ku konger dawî bû, wê bi daxuyaniyek çapemeniyê encamname ji raya giştî re were ragihandin.

Hêjayî gotinê ye cara yekeme li ser asta Iraqê kongreyek bi vî awayî di nava Kurd û Ereban de, li ser bingehê jiyanek hevbeş û civakek demokratîk tê lidarxistin.