' Divê dewleta Tirk a dagirker bê cezakirin '

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Îzedîn bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî goristan û perestgehan  rawestînin.

' Divê dewleta Tirk a dagirker bê cezakirin '
11 kanûn, 2021   05:21
MINBIC- EHMED QERACÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên dermirovî li kantona Efrînê didomînin. Her wiha goristan û cihên pîroz jî ji binpêkirinên wan nefilitîne. Dagirkeran Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şêranê, Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Qazqlî yê navçeya Cindirêsê xirab kirin, her wiha Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li ser rêya Kefer Şîl ê girêdayî navenda bajarê Efrînê kirin  sûka firotina sewalan.

Li hemberî vê yekê 4 rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyê têkildarî binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li hember goristan û perestegehên li Efrînê gilînameyek  radestî navendên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên taybet bi Azadiya Ol û Mafên Gelên Resen kir.

Derbarê vê mijarê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbic û gundewarê wê Rebîh Îzedîn got, dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî û projeya neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û wiha domand: "Dagirkeriya Tirk bi rêya sûcên derexlaqî û dermirovî ku pêk tîne ji kuştin, revandin û wêrankirina goristanên şehîhdan hewl dide nasnameya resen a herêmên dagirkirî bi taybet a bajarê Efrînê biguhere."

Îzedîn wiha pirsî: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo sûcên bi vî rengî xwe dispêre kîjan olê? Ew îdia dike ku ew dewleteke îslamî ye. Ma li goristan û peresgehên şehîdan tu pîroziya wan nîne? Çawa bê dudilî van kiryaran dikin! "

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê Rebîh Îzedîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî giliyên ku ji Neteweyên Yekbûyî NY'yê re hatine şandin lê heta niha bêdeng e. Îzedîn bang li civata navneteweyî û mirovahiyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî van kiryaran helwesteke cidî diyar bikin û dewleta Tirk ji ber van binpêkirinên li dijî mirovahiyê yên li herêmên dagirkirî ceza bike.

(dx)

ANHA