​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha

"Ez ê heta nefesa dawî tê bikoşim, da ku erka xwe li hemberî kurê xwe yê şehîd û serokê xwe bi cih bînin", bi van gotinan yadê Şaha di dirêjahiya salên şoreşê de soza xwe bi cih anî û dîrokeke ji têkoşînê li pey xwe hişt.

​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
​​​​​​​Şoreşgera ku heta dawî tê koşiye: Yadê Şaha
11 kanûn, 2021   01:22
QAMIŞLO -KADAR ÎBRAHÎM

Yadê Şaha Osman 1968`an li gundê Girê Berî Paşa yê girêdayî bajarokê Rimêlanê çavê xwe li dinê vedike û di nav malbateke welatparêz de  ku ji 4 xwişk û 5 bira, dê û bav pêk tê mezin dibe.

Hêviya yadê Şaha ya zarokatiyê ew e ku biçe dibistanê, lê urf û adetên kevnar li pêşiya pêkanîna hêviya wê bûn kelem. Ji ber vê yekê di mal de xebitî hate ku dizewice û malbatê ava dike.

Yadê Şaha û hevserê xwe bi mebesta kar berê dan bajarê Dêrazorê û li wir di sala 1986'an Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Yadê Şaha jina yekemîn û ya yekana bû ku deriyê mala xwe ji xwendekarên ku tev li şoreşê bûne re vedike û bi hevjînê xwe re kar û xebatê niştimanparêzî dike, peyman û belavokên tevgerê di navbera Dêrazor û herêmên Cizîrê de dibir û dianî.

Di sala 1991`ê de, yadê Şaha û hevserê xwe vedigerin bajarê Tirbespiyê û li vir xebata xwe ya şoreşgerî û welatparêzî dewam dike, li gel çend malbatên welatparêz ên li hundirê bajêr û gundên derdorê, mala xwe dike cihê derketina şoreşê. Li ser vê yekê bi dehan ciwan ji mala wê tev li şoreşê bûn û derketin çiyayên Kurdistanê.

Yadê Şaha bi dildarî ji tevgerê re dixebitî, ji jinên destpêkê yên li bajar bû ku ji bo bevalkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê koşiya, belavok, kovar û qeydên deng belav dikir, her wiha alîkar û derman kom dikir û ji şoreşgeran re dişand.

ꞌME BI XWENDEKAR Û ZIMANÊ DAYIKÊ DEST PÊ KIRꞌ

Yadê Şaha Osman piştgirî da zimanê kurdî û bi israr xwest ku zarok û cîranên wê fêr bibin. Li ser vê yekê yadê Şaha digot: "Me bi xwendekaran dest pê kir. Bi dizî min û mamosteyên şoreşger li mala xwe û mala şehîd Rojda Axîn ode ji zarokan re vekirin da ku fêrî zimanê kurdî bibin û erdîngariya Kurdistanê nas bikin. Wê demê asta dispotiya rejîma Baas a li hemberî gelê Kurd û zimanê kurdî di lûtkeyê de dibû. Min bi dehan şoreşger li mala xwe veşartin, min pêşwaziya wan kir, destek dan wan û bi wan re xebitîm da ku wan ji saziyên ewlehiyê yên rejîma Baas biparêzim."

Bi destpêka alaoziya Sûriyê re di sala 2011'an, yadê Şaha ji jinên destpêkê bû yên ku deriyê mala xwe ji şoreşgeran re kir û ji bo ragihandina şoreşê civîn li mala wê dihatin lidarxistin. 

Yek ji bîranînên yadê Şaha; bi destên keç û kurê xwe girtin û ji rêveberên şoreşger ên li mala wê kom bûbûn re got: "Madem mijar girêdayî têkoşîna azadiyê, ji mala min dest pê bikin. " Yadê Şaha zarokên xwe şand çiyayên Efrînê da tev li perwerdê bibin

Mala yadê bûbû nuqteya destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bê dudilî mal û milkên xwe xistibû xizmeta şoreşê û 4 zarokên wê 2012`an tev li berxwedana li hemberî êrişên li ser bajarê Serêkaniyê bûbûn. Mala xwe ya tijî şoreşger veguherandibû metbexek ku ji şervanên li eniyên parastinê xwarin amade dikir.

Bi destpêka şoreşê ve du caran mala wê ji aliyê pêxwasên rejîma Baas'ê ve rastî êrişan hat.

Her wiha di êrişeke bombeyî de ku li nêzî xwaringeha wan pêk hatibû, kurê wê Raman bi giranî birîndar bû.

Yadê Şaha tev li Meclisa Gel a Tirbespiyê bû, cihê xwe di rêveberiya Tevgera Yekitiya Star de girt, her wiha 2013-2014`an li ser xeta Qamişlo, Tirbespiyê û Rimêlanê piştgiriya şervanên li eniyan dikir. Li ser vê yekê komeke jin ava kir ku rojane xwarin ji 300 şervanan re amade dikir.

Piştî şehadeta kurê wê Rêwan sala 2014'an di êrişên li ser navçeya Til Hemîsê de, yadê Şaha cihê xwe di nav Meclisa Malbatên Şehîdan de girt û di nav 3 salan de wekî hevseroka meclisê hate hilbijartin, paşê wekî endama rêveber di meclisê de kar û xebata xwe berdewam kir. Di heman demê de destek da jinan û pirsgirêkên wan çareser dikir. Cihê xwe di dilê her kesî de çêkir, biçûkan beriya mezinan wê nas kiribûn û şervan û şoreşgerên ew nas dikirin û jê hez dikirin. Li aliyekî din jî ji dayikên destpêkê bûn ku cihên xwe di nav Dayikên Aştiyê de girt.

29'ê Mijdara 2021`ê dema yadê Şaha bi erka xwe ya welatparêziyê rabû û serdana malbatên şehîdan kir, her wiha tev li merasîmê salvegera şehîd Şîlan bû, nexweş ket û agahiya wefata wê belav bû. Ev agahî ji bo her kesên ku ew naskirin xemîngiyeke bû.

ꞌHETA BERIYA WEFAT BIKE LI SER KARÊ XWE BÛꞌ

Etiye Mihemed ku ji hevrêyên yadê Şaha ye, behsa têkoşîna wê ya bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re kir ku zêdetirî 25 salan li pey xwe hiştibû û wiha dewam kir: " Yadê Şaha ji dayikên ku kar û xebatên tokoşîn û nitimanparêzî dikir, mînaka jinan Kurd a azad û ruxmî rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû, lê heta nefesa dawî li ber xwe da. Yadê bi dilnizmî û hezkirina xwe ya ji welatiyan re dihat naskirin ji lew re bi wefata wê me kesayeteke welatparêz wenda kir."

Hevriyeke yadê Şaha, Emşe Hisên jî axivî û got: "Tevî zehmetiyên ku dikişand, lê dîsa israra berdewamkirina rêya şoreşê dikir û gelek xizmet kir, ji wan destpêka şoreşê xwarin ji şervanan re amade dikir. Yadê Şaha xwe û malbata xwe xistibûn xizmeta şoreş û şoreşgeran û amade bû ji bo welatê xwe tim û daim berdêlan bide."

(eh)

ANHA