Muslim Şêx Hesen: AKP`ê berspirsa aloziyên li Tirkiyê ye

Siyasetmedar Muslim Şêx Hesen destnîşan kir ku AKP`ê berpirsa hemû aloziyên li hundirê Tirkiyê ye û ne dûr e di hilbijartinên bê de bi bin bikeve.

Muslim Şêx Hesen: AKP`ê berspirsa aloziyên li Tirkiyê ye
11 kanûn, 2021   02:53
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Di encamên siyasetên şaş ên AKP û MHP`ê de, aloziyên hundirîn ên li Tirk, di serî de  aloziya aborî kûr bûne, roj bi roj nirxê lîreya Tirkiyê li hemberî dolar dadikeve. Li aliyekî din jî ji ber zêdegaviyên wê yên li welatên derdorê têkiliyên wê yên bi derve re paş ketine.

Derbarê mijarê de endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Muslim Şêx Hesen axivî û got: "AKP`ê berpirsa hemû aloziyên li hundirê Tirkiyê çi siyasî û çi aborî ye, ji ber ku welêt bi rêve dibe. Gelê Tirk di rewşeke dijwar de ye û hin caran ji ber siyasetên şaş ên vê partiyê radibin. Di pêşerojê de dê AKP`ê zirarê bibîne û li Tirkiyê lawaz bibe."

Şêx Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Ne dûr e ku AKP`ê bi bin bikeve û di hilbijartinên bê de giraniya xwe wenda bike, madam di vî aliyî de diçe. Dibe ku partiyeke din bi ser bikeve û were ser hikum, ji ber ku Tirkiyê bajarê partiyan e û ger AKP`ê bixwaze parastina xwe bike divê siyasetên xwe yên hundirîn û derve di ber çavan re derbas bike."

ꞌALOZIYAN DERDIXE DERVE'

Siyasetmedar Muslim Şêx Hesen ev nirxandin kir: " AKP`ê  bi rêya şerên bêfêde dixwaze aloziyên hundirîn derxe derveyî welêt, da gelê Tirk mijûl bike. Serdema sereka ya aloziyên hundirîn ên li Tirkiyê, şerên ku wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din e."

Di dawiyê de Şêx Hesen got: "Ger aloziya li Tirkiyê kûrtir bibe, ne dûr e ku ji herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine, ji wan Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Carablus û herêmên din vekişe, lê ne di demeke nêz de ye."

(eh)

ANHA