Taqîgeha çêkirina testên koronayê ya li Qamişlo wê dîsa aktîv bibe

Ji mehekê ve madeyên çêkirina testên vîrusa koronayê li taqîgeha yekane ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bûne. Ev yek xebatên Desteya Tenduristiyê ji bo diyarkirina rêjeya pêşketiyan asteng dike. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku bi hatina madeyan re taqîgeh dê dîsa bixebite.

Taqîgeha çêkirina testên koronayê ya li Qamişlo wê dîsa aktîv bibe
11 kanûn, 2021   03:45
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Madeyên çêkirina testên vîrusa koronayê li taqîgeha yekane ya li Qamişloyê tune bûne. Ji ber vê yekê ji 10`ê Mijdarê ve Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên pêkatiyên vîrusa koronayê ranegandine.

Li gorî daneya dawîn ku desteyê di 10`ê Mijdarê de ragihand, hejmara pêkateyên vîrusa koronayê 36 hezar û 960 in di nav de hezar û 478 kes jiyana xwe dest dan û 2 hezar û 498 nexweş jî çêbûn.

Hevseorkê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û got: "Niha madeyên pêwîst ên ji bo çêkirina testên Covid 19 kêm in. Em gelek zehmetiyan dikişînin heta ku van madeyan peyda dikin. Ev made li piraniya Sûriyê tune ye û ji derve tên."

Ciwan Mistefa diyar kir ku beşek ji wan madeyan nehatin peydakirine û li bendê ne ku beşên din di çend rojên bê de bighêjin ber destê wan. Her wiha destnîşan kir ku heger ew made hatin bidestxistin dê taqîgeh mîna berê bixebite.

Mistefa da zanîn ku ji ber rawestandina taqîgehê, niha li ber destê wan tu agahî derbarê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê de tune ye û wiha domand: "Di van rewşan de em xwe dispêrin rewşa klînîkî ya nexweşan. Li gorî wê hejmara pêketiyan kêm bûye ji ber ku pêla çaremîn a vîrusê di rojên xwe yên dawîn de ye."

Ya ku rewşê aloztir dike û rewşa tenduristî li herêmê zehmetir dike, girtine dergehê Til Koçer e. Dergeh bi vetoya Rûsya û Çînê hat girtin û di encamê de êdî alîkariyên navneteweyî nagihêjin herêmê.

Têkildarî bandora girtina dergehê li herêmê Mistefa got: "Ev dergeh, rêya navneteweyî ya yekane ye. Girtina dergehê bi vetoyê, bi awayekî neyînî bandor li herêmê dike ku nahêle alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibe."

Her wiha Mistefa destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî yên di warê tenduristiyê de kar dikin, ji beriya sal û nîvekê ve zehmetiyan dikişîne heta ku madeyên tenduristiyê derbasî herêmê bike û got, ew jî nikarin wan madeyan bigihînin herêmê.

'BERDEWAMKIRINA GIRTINA DERGEHÊ ALOZIYÊ ZÊDETIR DIKE'

Hevserokê Desteya Tenduristiyê di dewama axaftina xwe de got: "Pêwîstiya me bi madeyên çêkirina testên vîrusa koronayê, amûrên tenduristiyê û gelek madeyên din hene ku em neçar dibin ku ji derve bînin. Girtina dergehê ya domdar vê aloziyê dijwartir dike."

Vîrusa koronayê dîsa xwe nû kir û navê "Omicron" li cûreyê nû hatiye kirin ku di demek kin de li ser astek mezin belav bû.

Têkildarî cûreyê nû yê vîrusê Ciwan Mistefa wiha got: "Ji dema derketina vîrusa Koronayê ve heya niha xwe nû dike û niha di pêvajoyek û mutasyoneke nû ya bi navê Omicron de ye, mutasyonên din ên vîrusê piştî belavbûna wan li seranserê Rojhilata Navîn gihîştine herêma me. "

Mistefa destnîşan kir ku ne dûr ev cûre bighêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Aktîvnebûna taqîgehê di vê demê de wê pirsgirêkeke mezin di warê tenduristiyê de çêbike û dê di nîşaneyên belavbûna vîrusê de ne zelalî hebe."

Li ser pirsa eger rêxistinên navneteweyî sozên dabînkirina madeyên pêwîst dabin, Mistefa ev bersiv da: "Beriya ku madeyên çêkirina testên koronayê bi dawî bibin, têkiliyên me bi gelek rêxistinên navneteweyî re, di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hebûn û soz dan me ku ew ê madeyên pêwîst ên taqîgehê pêşkêş bikin."

Ciwan Mistefa bang li welatiyan kir: "Vîrusa korona bi dawî nebûye, li her deverê xwe nû dike. Ji ber vê yekê divê em di vê pêvajoyê de balder bin."

Mistefa da zanîn ku di warê têkoşîna li hemberî vê vîrusê de gelek dewletan gavên mezin avêtine û ji ber tedbîrên ku girtine û derziyên ku birine rewşên pêketinê kêm bûne.

Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyên tibî û lojîstîk û derziyên vîrusa koronayê kêm in û got: "Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê Desteya Tenduristiyê, divê welatî tedbîrên xweparastinê bi cih bînin û nehêlin ku vîrus belavtir bibe, namze heger cûreyê nû derbasî herêmê bibe."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got, bi gihiştina madeyên pêwîst re, dê taqîgeha yekana ya çêkirina testên vîrusa koronayê careke din bikeve xizmetê.

(şx)

ANHA