Li ser zimanê her kesî navê şehîd Merwan Bedel heye

Li ser zimanê her kesî navê şehîd Merwan Bedel heye
11 kanûn, 2021   00:14

AHMET BÎRSÎN

Faşîzma AKP-MHP'ê ku dijminê Kurdan a sondwarî ye, bi SÎHA'yan li Şengalê qetlîameke din kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û 2 zarokên wî di wesayîtekê de kirin hedef. Her du zarok hatin rizgarkirin. Pêşengê gelê Şengalê Merwan Bedel şehîd ket. Êrişeke mîna fermanekê ye ku hemû malbat hedef tê girtin. Di şexsê Merwan Bedel de hemû Şengal tê qetilkirin. Bavek ku ji bo pêdiviyên zarokên xwe yên cejnê derdikeve derve û di êrişa hewayî de li pêş çavên zarokên xwe tê qetilkirin. Dijminatiyeke wisa ye ku hewl dide cejna gel bike şîn û tazî. Ji xeynî gelê Kurd û dostên wan kes bertekekê nîşan nade û hikumeta Iraqê jî berpirsyar e, bê deng dimîne?

Serokwezîrê Iraqê Kazimî ji bo operasyona li dijî DAIŞ'ê di roja duyemîn a êrişê de çû Hewlêrê. Lê belê nikare gotinekê ji dewleta Tirk bêje ku patrona DAIŞ'ê ye û gelekî jê xerabtir e. Di wê rewşê de, kesekî wiha dikare li dijî DAIŞ'ê çi bike? Her wiha guman hene ku DAIŞ li Iraqê dixwaze were qedandin. Lê ev rastiyek e ku dewleta Tirk di dema Kazimî de bi ser Şengalê de êrişek pêk aniye. Lewma Kazimî jî bi qasî dewleta Iraqê ji van êrişan berpirsyar e.

BERPIRSÊN SEREKE KAZIMÎ Û PDK NE

PDK di vê êrişa qirêjî de çav berdaye Şengalê û di serî de ew berpirsyar e. Ya ku rê li ber van êrişan vedike, teşwîq dike û heta dewleta Tirk bi îstîxbarata xwe li qadê bi rê ve dibe, PDK bi xwe ye. Bi rêya ajanên PDK'ê tespît dike û dewleta Tirk bi rêya SÎHA'yan êriş dike. Bi taybetî li Şengalê pêşengên gelê êzidî dikin. Bi vî rengî peyamakê didin gelê Şengalê. Dibêjin 'heke hûn di xweseriyê de israr bikin, heke hûn pêşengiya wê bikin, em ê zarokên we jî bikujin'. PDK jî mîna sûcdarekî li pêşberî vê êrişa nemerdane bê deng dimîne.

HEVKARIYA XWEDIYÊN RÛDAWÊ

Televîzyonên wekî Rûdawê jî ku xwe wek çapemeniya Kurd bi nav dike, bûyerê wek bûyereke normal dide. Tê fêmkirin ku xwediyên vê televîzyonê hevkariyê dikin. Baş e kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd û li wir dixebitin, ji êrişeke wiha qet naêşin? Wijdanê wan tune ye? Li kêleka wan çiya û gund tên bombekirin, li hemberî birayên wan çekên kîmyewî tên bikaranîn û heqaretên herî kirêt li kurdîtî wan û mirovahiya wan tê kirin. Ma wek rojnamevan qey gotineke wan jî nîn e? Gelo rojnamevan li hemberî vê êrişa hovane ya ku ji kuştina zarokan jî natirse, dikare bê alî bimîne? Heke dibêjin na, gotina me heye, lê tê astengkirin, wê demê çima li wê saziyê dimînin?  Ma pere her tişt e? Heke pariyek dê bikeve qiriê, qet nebe bila helal e. Nexwe rojekê dema ku ev sûc werin eşkerekirin, rojnamevanên ku li wir dixebitin wek kesên ku van sûcan vedişêrin û mafdar nîşan didin, li ber çavê dîrokê nikarin hesab bidin. Her tişt li aliyekî, dê çawa hesab bidin wijdanên xwe?

MRS. HENNIS ÇIMA BÊ DENG E?

Pirseke din ku divê em li ser vê komkujiyê bipirsin; nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Hennis ku çavdêra peymana 9'ê Cotmehê ye, çima bêdeng e? Heke bi rastî jî li berjewendiyên gelê Şengalê difikire, gelo nikare gotinekê ji dewleta Tirk bêje? Ma ji bo NY’yê berjewendiyên gelan û parastina zarokan esas nebû? Tê fêhmkirin ku çavdêriya Mrs. Hennis ne li gorî berjewendiyên gelan e, lê ji bo dewletan e. Bi vê bûyerê re careke din eşkere bû ku NY yekitiya dewletan e, ne ya neteweyan e. Em vê jî bibêjin; niha bidestxistina Şengalê gelekî zehmettir e ku bi peymana 9'ê Cotmehê xeyala wê dikirin. Rastiyek heye ku her kes pê dizane. Ji ber ku gel berdêlê didin, nirxên xwe gelekî zêdetir hembêz dikin û li dijî windakirina nirxên xwe li ber heramiyan zêdetir li ber xwe didin. Dema em îro li Şengalê û tevahiya erdnîgariya Kurdan dinerin, dibînin ku navê şehîd Merwan Bedel li ser zimanê her kesî ye.

NAKOKIYA AMERÎKA Û WELATÊN EWROPAYÊ

Bê guman li ji bo Ewropa û Amerîkayê jî tiştek were gotin ku têgîna 'terorê' her tim li ser zimanê wan e, lê di vi mijarê de bê deng dimnînin. Îro dewleta Tirk ‘terorîzm’a herî mezin bi xwe pêk tîne. Ji êrişa li dijî Şengalê êrişeke terorîtir dibe gelo? Herêm 24 saetan ji aliyê hêzên hewayî û bejahî yên Amerîka û Koalîsyonê ve tê şopandin. Wê demê çima destûrê didin vê êrişa dewleta Tirk? Korîdora hewayî çima ji êrişên dewleta Tirk re vekirî ye? Li aliyekê DYA dê di Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de bi 107 welatan re civîna demokrasiyê pêk bîne û ji ber ku Tirkiyê wek welatekî demokratîk nabînin, beşdarî vê civînê nakin, li aliyê din jî li hember komkujiya li Şengalê bê deng in û korîdora hewayî vekirî dihêlin. Ev nakokiyek e. Heke Amerîka bi rastî baweriya xwe bi demokrasiyê tîne, tişta ku divê pêk were, ew e ku qada xwe ya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ji ber helwesta xwe ya êrişkar li ber dewleta Tirk bigire. Heke ev neyê kirin, hingî bi axaftina li ser demokrasiyê tu wateya civînan namîne. Ev civîn ji krîzê re nabin çareserî.

ÊDÎ DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE

Welatên ku êrişa Şengalê ya DAIŞ'ê weke qirkirinê nas kir, biryareke rast dan. Îro jî dewleta Tirk qetlîamên ji yên DAIŞ'ê xirabtir pêk tîne û êrişî gelê Şengalê dike. Divê ev dewlet li hemberî êrişeke ew çend tirsnak a dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin. Her kes dizane ku gel, rêveberî û hêzên leşkerî yên Şengalê heta niha li dijî dewleta Tirk êriş nekirine. Wê demê çi mafê dewleta Tirk heye ku êrişeke wiha bike? Divê êdî her kes li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ku bûye bela serê gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî Kurdan, dengê xwe bilind bike.

Hemû gelên ku demokrasî û azadiyê dixwazin divê li cem gelê Şengalê cih bigirin. Bi taybetî divê gelê Başûrê Kurdistanê di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Şengalê de bibe hêza herî nêzîk. Çawa ku gerîlayên HPG'ê lîstika PDK'ê têk bir ku duh Şengal ji DAIŞ'ê re hişt û rê li ber komkujiya gelê Şengalê vekir, divê îro gelê Başûrê Kurdistanê polîtîkaya PDK'ê ya dagirkirina Şengalê bisekinîne û komkujiyên li wir ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bisekinîne.  Ev peywir herî zêde dikeve ser milê gelê Başûr û aliyên welatparêz ên li wir.

KES NIKARE VÎ GELÎ TÊK BIBE

Ya herî girîng jî divê gelê êzidî li kîjan parçeyî dibe bila bibe, di xweseriya Şengalê de bibe yek. Naxwe divê bibînin ku şensekî wan ê din nîn e. Dema ku têkoşîna li dijî polîtîkayên parçekirina êzidiyan û xiyanetê bê xurtkirin û bi gelê Şengalê re bibin yek ku ji bo xweseriya Êzîdxanê tê dikoşe, tu kes nikare wan têk bibe. Ji ber vê yekê divê were dîtin ku peymana 9'ê Cotmehê ji bo gelê Şengalê dorpêçeke nû ya qirkirinê ye. Lewma peywira hemû gelan e û her wiha civaka êzidî ye ku li dijî PDK'ê bisekinin û helwesta xwe zelal bikin.

DÎKTATORÎ KETE QONAXA HILWEŞÎNÊ

Aşkera ye ku êrişên ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li Şengalê û parçeyên din ên Kurdistanê û li herêmên Ereban pêk tîne, sûcên şer in û nikarin xwe ji hesabdayînê xelas bikin. Di vê qonaxê de êdî ev dîktatorî ji aliyê gelên Tirkiyê û civaka navneteweyî ve nayê qebûlkirin û ketiye qonaxa hilweşînê. Tevî ku dixwaze bi van êrişan rojeva gelê Tirk biguherîne jî, aliyên neteweperest ên pê bawer dike jî, jê dûr dikevin. Ji ber ku ji bilî kuştin û karesatê tiştekî wan nîn e. Li gel ku xayîn û hevkarên xwe dan ce xwe jî, nekarîn gelê Kurd têk bibin û ne jî karîn PKK'ê rêbera gelê Kurd têk bibin. Li gel ku hemû hêza NATO'yê dan pişt xwe û milyar dolarên ku ji berîka gelê Tirkiyê dizîne, ji bo vî şerî xerc kirin, lê PKK têk neçûye û piştî wê jî têk naçe. Ji ber ku êdî dem ne dema zaliman e, dem dema gel e ku bi destê rêberê global rêber Apo hatiye afirandin û êdî dem dema azadiya rêber Apo ye.