​​​​​​​Rojnameyeke Danîmarkayê ji bo azadiya rêber Ocalan îlanek weşand

Rojnameya “Information” a Danîmarkayê îlanek weşand, tê de banga berdana rêber Ocalan kir û li djî tecrîda li ser Ocalan li girtîgeha Îmraliyê nerazîbûn hat nîşandan.

​​​​​​​Rojnameyeke Danîmarkayê ji bo azadiya rêber Ocalan îlanek weşand
10 kanûn, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojnameya “Information” a Danîmarkayê de bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan îlanek hate weşandin. Di îlanê de hate diyarkirin divê Abdullah Ocalan were berdan û ev tişt hate diyarkirin:

“Îroj 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan firsendeke baş e.

Qehremanê azadiya Kurdan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê di girtîgehê de ye.

CPT li ser şertên girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê di Tebaxa 2020’an de raporek weşandibû û piştrast kiribû ku Abdullah Ocalan di şertên dermirovahiyê de girtî ye, hemû girtiyên li girtîgehê bi awayî (nivîsandin jî di nav de) nikarin têkiliyê bi derve re deynin.

Di rapora CPT de tê gotin ku ev rewş nayê qebûlkirin û ev rewş li dijî mafên mirovan ên navneteweyî û proseduran e. CPT diyar kiribû ne bi tenê li Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehên din jî divê şert werin guherandin.  Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve parêzer nikarin biçin hevdîtinê û Ocalan herî dawîn di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye. Ev tişt tê wateya binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina Standarda Normal a Neteweyên Yekbûyî.

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê di Cotmeha 2020’an de diyar kiribû ku rewşa li Tirkiyeyê baş nebûye û zextên mezin li ser mûxalefeta siyasî û navxweyî heye.”

Di îlanê de navnîşana malpera Înisîyatîfa Azadî Ji Abdullan Ocalan re û lînkên pirtûkên Abdullah Ocalan jî heye.

Rojnameya “Information” a Danîmarkayê ji aliyê hêzên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Elman ji serwîsa nûçeyên çapemeniya berxwedanê hatibû avakirin. Borge Qutze di 5’ê Gulana 1945’an de li avahiya rojnameyeke berê ya Naziyan hate avakirin.