Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in

Çalakiya li Sêmalkayê kete roja xwe ya 67'an. Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê û endamên Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana çalakiyê kir û daxuyaniyek da. tê de bang li PDK'ê hate kirin ku were ser xeta neteweyî û cenazeyên şehîdan radest bike.

Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
Çalakvanên li Sêmalkayê: Şehîd nirxên me yên pîroz in
10 kanûn, 2021   13:24
QAMIŞLO

Çalakiya ku li dergeha sînor a Sêmalka ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin şehîdkirin, di roja xwe ya 67’an de bi serdanên girseyî dewam dike.

Îro endamên Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê û şandeke Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kir.

Endamên Komîteya Perwerdeyê ji qada çalakiyê heta sînor meşiyan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimire xiyanet" berz kirin, piştre daxuyaniya çapemeniyê dan.

Endamê Komîteya Perwerdeyê Abdulhekîm Fexredîn Mîrza daxuyanî xwend û got: "Wekî ku tê zanîn hevalên me li herêma Kurdistanê bi destê dewleta Tirk şehîd ketin. Dewleta Tirk dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd tune bike, her cure çekên kîmyewî bi kar tîne, demografiye diguherîne û dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê bimeşîne. Ev hemû li pêş çavên cîhanê diqewimin. Ya şermtir û xirbatir jî ew e ku ev êriş bi erêkirina hikumeta Başûr pêk tên.”

Di daxuyaniyê de li ser desteka PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk wiha hate gotin:  "Di vê pêvajoyê de divê hemû gelê Kurd li dijî planên qirêjî bibe yek û piştgiriya hev bike. Lê hikumeta Başûr bi aşkerayî bi dagirkeran re ye, destekê dide şehîdkirina mêr û jinên ku ji bo gelê Kurd tê dikoşin û canê xwe feda dikin. Ev îsbateke aşkera ya hevkariya rêveberiya Başûr bi dewleta Tirk re ye."

BANGA LI PDK'Ê; DEMIDEST BERSIVÊ BIDIN DAXWAZAN

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li PDK'ê hate kirin: "Em weke kedkar û perwerdekar bang li rêveberên Başûr dikin ku pêvajoya hesas a em tê re derbas dibin, li ber çavan bigirin û dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berdin. Divê demildest bersivê bidin daxwazên malbatên şehîdan. Mafê her malbatekê heye ku cenazeyê zarokên xwe defin bike û mafê her malbatekê ye ku şehîdên ku ji bo Kurdan canê xwe feda kirine, bi rûmet defin bikin. Divê hikumeta Başûr jî vê berpirsyariyê bi cih bîne."

Piştî daxuyaniya çapemeniyê endamên komîteyê bi çalakgeran re li konê çalakiyê civiyan. Piştre şandeya Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kir.

Serokê Partiya Komarî ya Kurdistanê Bekir Mihemed Îsa axivî û got:  "Heta ku em sax bin, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Ew nirxên me yên herî pîroz in. Heke em îro wek Kurd bibûna yek, nedibû ku em çalakiyeke bi vî rengî bikin. Wek gelê Rojava, ji bo li hemberî şehîdên xwe wezîfeyên xwe bi cih bînin, ji hemû bajaran gel destekê dide vê çalakiyê.”

Bekîr Îsa helwesta PDK'ê wek şermeke mezin pênase kir û wiha dewam kir: “Çi dibe bila bibe, diviyabû wan cenazeyên me teslîmî bikirana. Lê xuya ye ev 67 roj e cenazeyên me di destê wan de ne û li ser cenazeyên şehîdan şerê me dikin. Revandina cenazeyên şehîdên me li nava xaka Kurdistanê, şermeke mezin e."

'EM DIBÊJIN YEKITÎ, EW CENAZEYAN DIREVÎNIN'

Bekir Îsa got: "Divê Mesûd Barzanî qaşo pêşengiya gelê Kurd bikira, lê xiyanetê li gelê xwe dike. Heke cenazeyên me desteser kiribin, jixwe şermeke mezin e lê heke radestî dewleta Tirk kiribin, şermeke mezintir e. Mesûd Barzanî bi hezaran Kurd şehîd kirin. Hevalên me yên ji bo gelê Kurd şer dikirin, girtin û radestî dewleta Tirk, Îran, hikumeta Şamê kirin. Em yekitiya gelê Kurd diparêzin, lê cenazeyên me ji destê me digirin."

BANGA YEKITIYA NETEWEYÎ

Piştre hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo axivî.

Mihemed Ebdo ku bi bîr xist ku gerîla di kemîneke hêzên PDK'ê de şehîd bûne û banga yekitiya neteweyî kir û wiha got:  "Di hemû şeran de hêzên dijmin piştî şer û pevçûnan cenazeyan teslîmî hev dikin. Ev rêgezeke mirovî ye. Mixabin hikumeta Başûr vê rêgezê bi cih nayne û em vê helwestê şermezar dikin. Ev helwest xizmetê ji dijminên Kurdan re dike. Şermeke mezin e ku Kurd Kurdan qetil bikin. Dibe ku di navbera hêzên Kurd de cudahî û nakokî hebin. Lê belê divê di çareseriya pirsgirêkan de diyalog hebe. Divê gelê me bi giştî li ber vê rewşê rabe. Bi pêkanîna yekitiya xwe û kongreya neteweyî ya Kurdan, em ê hem nakokiyên xwe ji holê rakin, hem jî destê dijmin ji ser xwe rakin."

Çalakiya ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê di 5'ê Cotmehê de dabû destpêkirin, kete roja 67’an û lê rayedarên PDK’ê hê jî bê deng in.

ANHA