Kongra Star bêdengiya navneteweyî li hemberî tecrîdê û sûcên dagirkeran şermezar kir

Kongra Star a Qamişlo, Heleb û herêma Efrînê bêdengiya civata navneteweyî, saziyên NY`yê û rêxistinên hiqûqî li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan û binpêkirin û sûcên dewleta Tirk li dijî gelên herêmê, şermezar kirin.

Kongra Star bêdengiya navneteweyî li hemberî tecrîdê û sûcên dagirkeran şermezar kir
10 kanûn, 2021   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Qamişlo bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan li Îmraliyê û êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî bûyerên li herêmê rû didin pêdivî bi piştevaniyeke cîhanî heye û wiha dewam kir: “Li Rojava em xwedî keç û xortên leheng in ku ji mirinê natirisin, me di oxira azadiyê de karwanên şehîdan da. Ji lew re, em bang li civaka navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku destwerdanê bikin, dagirkeriya Tirk ji herêmên me derxînin û tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û serbest berdin.

JI BO MAYÎNDEKIRINA AŞTIYÊ, PÊDIVÎ BI ÇAREYÊN AŞTIYANE Û SIYASÎ HEYE

Kongra Star a Helebê jî bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hemberî binpêkirinên berdewam, bi taybet li dijî jinan hatin şermezarkirin. Her wiha hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li dijî Fîdan û Wîsal, asta zêdegavî û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî hemû beşên civakê nîşan dide.

kongra Star wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Ji bo mayîndekirina aştî, ewlehî û edaletê û bidawîkirina nîjadperestiyê û tundiya li dijî jinan, pêwîstî bi çareseriyên siyasî û aştiyane yên rêber Ocalan pêşkêş kirine heye.”

DIVÊ RÊXISTINÊN MIROVÎ LI HEMBERÎ ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ ERKÊN XWE PÊK BÎNE

Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a herêma Efrînê di daxuyaniyekê de bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê, bisekinin. Her wiha destnîşan kir ku pêwîst e ev rêxistin li gorî Danezana Mafên Mirovan bi erka xwe rabe.

(dx)

ANHA

<iframe width="660" height="350" src="https://www.youtube.com/embed/ZAlBj6HUVJA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="660" height="350" src="https://www.youtube.com/embed/6Bjrr9zWL8U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>