Kongra Star serdana Saziya Jiyan a hiqûqî ya Başûr kir

Şandeya Kongra Star serdana Saziya Jiyan a Mafên Mirovan a li Başûrê Kurdistan kir û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye jê re eşkere kirin.

Kongra Star serdana Saziya Jiyan a hiqûqî ya Başûr kir
9 kanûn, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya nûnerên Kongra Star ên li Başûr duh serdana Saziya Jiyan a Mafên Mirovan kir. Şande ji nûnera Kongra Starê Liman Şoyiş û endamên desteya rêveber a nûnertiya Kongra Star Silava Silêman û Dilvîn Ehmed pêk dihat.

Şande ji aliyê koordînator û psîkologê saziyê Birwa Ebdullah, berpirsê beşa qanûnî Aram Ezîz, berpirsa beşa parastina jinan Viyan Şewqî û komeke psîkologan ve di saziyê de hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de li ser sîstema Kongra Star û mekanîzmaya birêxistinkirina jinan bi rêya meclis û komîteyan, astengiyê ku li hember jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye derdikevin, hatin nîqaşkirin.

Nûnerên Kongra Star behsa rola çalak a jinan di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de kir û piştrast kir ku divê têkiliyên bi saziyên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jin û ciwan re xurt bikin. Her du aliyan piştrast kir ku xurtkirina têkiliyên saziyan û xebatên hevpar girîng in.

Şandeyê hin dosyayên ku Kongra Star der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên li herêmên dagirkirî de amade kiriye, pêşkêşî saziyê kirin.

(dm)

ANHA