Serokwezîrê Lubnanê gihaşt Qahîreyê

Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî îro ji bo serdaneke fermî çû paytexta Misirê Qahîreyê.

Serokwezîrê Lubnanê gihaşt Qahîreyê
9 kanûn, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Necîb Mîqatî li balafiregeha Qahîreyê ji aliyê serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî ve hat pêşwazîkirin, piştre berê xwe da Koşka Itîhadiyê ya li Qahîreyê. Mîqatî li wê derê bi serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî re civiya û têkiliyên Lubnan-Misirê û rewşa herêmê nîqaş kirin.

Piştre Mîqatî serdana navenda Yekitiya Ereban a li Qahîreyê kir û ji aliyê serkreterê giştî yê yekitiyê Ehmed Ebû El-Xêz ve hat pêşwazîkirin. Her wiha serkreterê giştî yê alîkar û serokê nivîsgeha sekreterê giştî balyoz Husam Zekî amade bûn.

Di şandeya Lubnanê de balyozê Lubnanê yê li Misirê Elî El-Helebî û şêwirmendê dîplomatîk ê Mîqatî balyoz Bitrus Esakir jî hene.

(cx)