Rojnameyên erebî: Îxwan hewl didin hilbijartinên Lîbyayê dereng bixin

Rojnameyên Erebî vê sibê behsa rewşa Sûriyê, hilbijartinên Lîbyayê û kar û barên Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Îxwan hewl didin hilbijartinên Lîbyayê dereng bixin
Rojnameyên erebî: Îxwan hewl didin hilbijartinên Lîbyayê dereng bixin
Rojnameyên erebî: Îxwan hewl didin hilbijartinên Lîbyayê dereng bixin
9 kanûn, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SENATOYA AMERÎKAYÊ JI RÊVEBERIYÊ DAXWAZA STRATEJIYA SÛRIYÊ KIR’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Senatoya Amerîkayê qanûnek erê kir da ku jêderên dewlemendiya Beşar El-Esed, malbata wî û kesên nêzî wî werin eşkerekirin. Senatoyê daxwaz kir ku raporeke berfireh ji Senatoyê re were pêşkêşkirin. Her wiha Senatoyê daxwaza ragihandina stratejiya rêveberiyê ya ji bo Sûriyê kir.

Ev biryar di civîna erêkirina qanûna budçeya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya sala 2022`yan de hat erêkirin. Lê divê Kongreya Amerîkayê vê reşnivîsê erê bike heta ku bibe qanûn û pêk were. Hinek kes vê yekê wek serkeftina qanûnî ya Amerîkayê li dijî rejîma Beşar El-Esed dibînin.

Li gorî forma dawî ya biryarê ku ji aliyê Senatoyê ve hatiye erêkirin, divê qanûn ji Kongreya Amerîkayê re were pêşkêşkirin. Endama Kongreyê ya Demokrat a New Yorkê Claudia Teni raporek ji Wezareta Derve têkildarî jêderên dewlemendiya Beşar El-Esed û malbata wî; hevser, zarok û xwişk û birayên wî, ap û xalên wî, ji Kongreyê re pêşkêş kir.”

‘ÎXWANAN LI PÊŞIYA AVAHIYA KOMSERIYÊ LI DIJÎ HILBIJARTINAN ÇALAKÎ LI DAR XIST’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Alîgirên koma Îxwan Muslimîn li Lîbyayê li pêşiya avahiya Komseriya Hilbijartinan a li Terablusê çalakiyeke protestoyê li dar xist û banga derengxistina hilbijartinan kir heta ku referandum li ser destûrê pêk were.

Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê sêşemê ragihand ku ew çalakvan endamên milîsên Agnîwa ne (yên girêdayî Abdulxenî El-Kiklî), milîsên Zawiye û Misratayê ne. Ev milîs alîgirên rêxistina Îxwan Muslimîn in.

Li gorî çavdêran Îxwan bi tirs in ku bernamzetê wan Ebdulhemîd El-Debîbe di hilbijartinan de bi ser nekeve, ji ber wê banga lidarxistina çalakiyan li pêşiya komseriyê kirin.”

‘EL-BURHAN SOZ DIDE KU BI HEMDÛK KAR BIKE’

Têkildarî rojeva Sûdanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê Meclisa Serdestiyê fermandarê giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El-Burhan soz da ku alîkariyê bide serokwezîrê welêt Ebdullah Hemdûk ji bo pêvajoya demkî temam bibe û welat radestî hikumeteke hilbijartî bibe. Her wiha di heman demê de gelek dîplomatên biyanî yên ku bi sorkirina aliyên Sûdanê li dijî hêzên çekdar tawanbar kiribûn, hişyar kirin û got divê girtek li dijî mîna wan werin girtin.

El-Burhan erkên sînordar eşkere kirin ku dê bi serokwezîr re pêk bîne, mîna mûçe, ewlehî, sepandina aştiyê, amadekirina hilbijartinan bi rêya peydakirina azadî, aştî û ewlehiyê."

(şx)