​​​​​​​YPJ banga xwedîderketina li Êzidxanê kir

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê destnîşan kir ku berpirsê yekemîn ê êrişa qirêj a li Şengalê PDK`ê ye. YPJ di serî de li jinan, bang li her kesê kir ku bi awayekî berpirsiyar xwedî li Şengalê derkevin.

​​​​​​​YPJ banga xwedîderketina li Êzidxanê kir
9 kanûn, 2021   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

7`ê Kanûnê li navçeya Xanesor a Şengalê, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek (SIHA) erebeya Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel hedef girt. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî yên pê re bûn, bi giranî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyek da raya giştî, tê de got:

“Şengala ku piştî fermana 2014’an bi hêza keç û xortên xwe, xweseriya xwe ava kir û ruxmê hemû gef û êrîşan dîsa bi hêza şervanên xwe ve ax, welat, hebûn û çanda xwe parast û wisa hebûna xwe diyar kir, tu caran ji aliye hêzên çavnebar re nehate hezimkirin û her dem weke berdewama fermanê pêşengên civaka Êzîdxanê hatin hedefgirtin. Fermandarên weke Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt Şengalî û ji bo gelê Êzidxanê bûne pêşeng, bûne hêz, bûne vîna xwe parastinê, bi hebûn, kar û xebatên xwe jî hêz û morala xwedî derketina Şengalê di gelê Êzidxanê de ava kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di fermana li ser Şengalê de hevkarî û fînansekirina çeteyan de xwedî roleke diyarker bû. Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê her tim gef û êrîşên Dewleta Tirk û PDK’ê li ser axa pîroz berdewam kir. Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi hevkariya îstixbarata MÎT û Parastin û di encama bêdengiya hikumeta Iraqê pêşengê mezin Merwan Bedel hate hedefgirtin û bi awayekê nemerdane hate şehîdxistin. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi salan e axa Başûrê Kurdistanê a ku bi xwîna sedhezaran şehîd hatiye rizgarkirin bi awayekê qirêj ji dewleta Tirk a dagirker re pêşkêş dike. Ji ber vê sedemê di asta yekemîn de berpirsyarê vê êrîşa qirêj PDK ye.

Weke hêzên YPJ’ê em van êrîşên ku weke berdewama fermanê didomin, fermandar û pêşengên civaka gelê Êzîdî hedef digrin û hêzên di van êrîşan de hevkariyê dikin û xwe li hember van kiryarên Dewleta Tirk a dagirker bêdeng dihêlin şermezar dikin û em ji malbata Merwan Bedel, civaka me ya Êzîdî û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke YPJ em êşa gelê xwe parve dikin û banga me li hemû jinên cîhanê, derdorên demokrasîxwaz ew e ku herkes bi awayekê berpirsyarî  xwedî li Şengalê derbikeve. Em di wê baweriyê de ne ku serî de jin, ciwan û hemû gelê Êzîdî bi awayekê xurttir bi hêz û vîna cewherî li çanda berxwedan û parastina Şengalê a ji Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Mam Seîd heya Merwan Bedelan tê xwedî derbikevin, hevgirtina xwe xurt bikin, ax û çanda Êzidxana pîroz biparêzin.”

(cx)