Îbrahîm Şêxo bîlançoya sûcên dewleta Tirk li Efrînê eşkere kir ‎

Bi armanca guhartina demografiya kantona Efrînê ya bi rêya sûcên domdar ên li dijî kurdên li Efrînê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 3 mehan de 7 welatî qetil kirin û zêdetirî 200 welatî revandin. ‎

Îbrahîm Şêxo bîlançoya sûcên dewleta Tirk li Efrînê eşkere kir ‎
9 kanûn, 2021   00:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên ji qetilkirin, revandin, îşkencekirina sivîlan û desteserkirina mal û milkan li pêş çavên civata navneteweyî bilind kirine.

/kr/uploads/files/2021/12/08/202131_-.webp

Betdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn _ Sûriye Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re bîlançoya ‎sûcên li Efrîn di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de eşkere kir. ‎

Li gorî Şêxo, 7 sivîl jê 2 jin hatin qetilkirin û 202 sivîl jî di nav de 25 jin û 3 kecên temenbiçûk hatine ‎revandin. ‎

DU DIBISTANÊN ŞERÎ HATIN AVAKIRIN

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser guhartina demografîk a ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî pêk tîne ‎û wiha got: "Dagirkeriya Tirk 2 dibistanên şerî di nava avahiyên mêtingeriyê de yên ji hêla komeleyên Kiwêt û Qeterê ava kirin, li gel wê jî 3 mizgeft ava kirin."

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar darên zeytûnê qut kirin û zêdetirî 3 hêktar ‎erdên çandinî û daristan şewitandin.‎

Şêxo anî ziman ku dagirkeriya Tirk piştî ku bi hezaran dar li Efrînê birîn, 3 werşeyên komirê li ‎Efrînê vekir ku bazirganiyê pê bikin û derbasî Tirkiyê bikin. ‎

HEWLDANA ÎSBATKIRINA GUHARTINA DEMOGRAFÎ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk, MIT û çeteyên wan asta binpêkirin û ‎sûcên li EfrînÊ bilind kirin û wiha pê de çû: "Ev siyaseta Osmaniya têkçûyî ye ku xaka Sûriyê ku piranî niştecihên wê Kurd in tev li wîlayeta Hatay bike. Serdanên berpirsên Tirk ji Efrîn û herêmên dagirkirî re di mehên borî de vê yekê eşkere dikin."

Şêxo bal kişand ser serdanên ên wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu ji herêmên dagirkirî re, da ku baregehên hêzên xwe bişopîne. ‎

AVAKIRINA KEMERA TIRKMENÎ LI SERANSERÎ SÎNOR

Şêxo wiha li gotina xwe zêde kir: "Niyetên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Sûriye rojane eşkere dibin, ‎armanc ji wan niyetan ew e demografiya herêmê biguhere û kemera Tirkmenî li seranserî sînor bi rêya bicihkirina malbatên tirkmen li gundê sînor ava bike."

Dagirkeriya Tirk bû sedem zêdetirî 350 hezar sivîl koçber bibe û 400 hezar li şûna wan bi ‎cih kirin. Bi vê yekê rêjeya kurdan li Efrînê ji sedî 95 daket ji sedî kêmî 25.

Têkildarî wê, Şêxo wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide kesên ku ji şêniyên Efrîn ên resen ‎li herêmê mane koçber bike da ku guhartina demografîk li herêmê hêsan bibe." ‎

DEWLETA TIRK SÛCAN DIKE Û CIVATA NAVNETEWEYÎ JÎ ŞIRÎK E

Şêxo got dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî bin pê dike, tevî ku gelek rapor sûcên wê li Efrînê belge kirin.

Şêxo bang li civaka navnetewyî kir ku têkildarî sûcên li Efrînê dewleta Tirk a dagirker muhasebe bike. ‎

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de got civaka navneteweyî sûcên li Efrînê paşguh dike û bi vê yekê hevkarê van sûcan e.

‏(dm)

ANHA