Sema Begdaş: Divê Konseya Ewropayê biryarên xwe yên têkildarî tecrîdê bişopîne

Berdevka PYD'ê Sema Begdaş got “Em biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê erênî dibînin. Divê Konseya Ewropayê biryarên xwe yên ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bişopîne.”

Sema Begdaş: Divê Konseya Ewropayê biryarên xwe yên têkildarî tecrîdê bişopîne
9 kanûn, 2021   02:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Tecrîda li Îmraliyê ket sala xwe ya 23'yan û herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke 5 deqeyan çêbû ku ew jî hate qutkirin.

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat ragihandin ku wan 8 meh e agahî ji rêber Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên wan ên din negirtiye û der barê ewlehî û tenduristiya wan de tu agahî nîn e.

Derket holê ku li dijî rêber Abdullah Ocalan 2 lêpirsînên dîsîplînê yên nû hatine vekirin. Dadweriya Tirk serlêdana parêzeran red kir û biryara qedexekirina hevdîtinê ya 6 mehan ku di 12 'ê Cotmehê de dane, wek hincet nîşan da.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û biryarên ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dane, berdevka  Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş diayr kir ku hêzên navneteweyî yên ku naxwazin felsefeya rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibe, tecrîdê berdewam dikin.

Sema Begdaş destnîşan kir ku armanca sîstema tecrîdê ew e ku rêber Ocalan û gelên Rojhilata Navîn ji hev veqetînin û got: "Rêbertî li dijî tecrîda li Îmraliyê tê dikoşe. Wî Îmrali veguherand dibistaneke demokrasî, aştî û azadiya jinan. Têkoşîna di vê çarçoveyê de komploya hêzên navneteweyî têk bir. Eger îro şoreşa Rojava ji bo hemû gelan çavkaniya hêviyê ye, bê guman mîmarê vê yekê rêber Apo ye. Pêkvejiyana gelan a li Rojava di nava demokrasiyê de, dewleta Tirk û komplokerên wê ditirsîne. Bi felsefeya rêber Apo re êdî pirsgirêka Kurd pirsgirêka cîhanê ye û divê em berxwedana îro li Îmraliyê tê dayîn, hembêz bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo mezin bikin."

Sema Begdaş diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê re heta guh nade hiqûqa xwe jî û wiha dewam kir: "Mafê hevdîtinê yê girtiyan bi qanûnan tê destnîşankirin. Lê belê dema ku ev qanûn ji bo gelê Kurd û rêber Ocalan be, dewleta Tirk rêzik û qanûnên xwe jî dide aliyekî."

'ÊRIŞÎ MAFÊN GIRTIYAN DIKIN'

Sema Begdaş li ser tecrîda sîstematîk a dewleta Tirk a li Îmraliyê ev xal destnîşan kir: “Dewleta Tirk mafên girtiyan nade. Îro li Îmraliyê, rêber Apo bi kiryarên taybet re rû bi rû ye. Daxuyaniya dawî ya parêzeran nîşan dide ku ev tecrîd û cezayê dîsîplînê gihaştiye astekê ku nayê qebûlkirin. Divê her kes li dijî sîstema tecrîdê ya dewleta Tirk tev bigere."

Sema Begdaş diyar kir ku paradîgmaya modernîteya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan modela hêvî û rizgariya gelen li Rojhilata Navîn e û got: "Îro gelek welat hêvî û pêşeroja xwe di şoreşa Rojava de dibinin. Her wiha gel azadiya xwe girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dibînin." 

'DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO LI ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ BELAV BÛ'

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava ku bi paradîgmaya rêber Apo li çar aliyên cîhanê belav bû û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê gelekî bi xurtî hembêz kirın. Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo bang li hemû cîhanê hate kirin. Gelekî zelale ku bi felsefeya rêber Ocalan rizgariya ji krîza kapîtalîzmê pêkan e."

Sema Begdaş îşaret bi têkoşîna jinan a ji bo mîsogerkirina  azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û wiha axivî: "Gelek însiyatîfên jinan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo li her qadê hene. Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dadikevin qadan."

Sema Bekdaş anî ziman ku biryara Konseya Ewropayê ji bo destpêkê biryareke erênî ye ku mekanîzmayeke hiqûqî ya dewleta Tirk nîn e û divê di qanûnan de guhertinan bike û got: “Di warê bicihanîna biryarên beriya niha yên CPT û DMME’yê de, em girîngiyê didin vê biryarê."  

'DIVÊ ÇAVDÊRIYA BIRYARÊN XWE BIKIN'

Sema Begdaş diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarên xwe bişopîne û wiha axivî: "Bandora berxwedana mezin a gelê me ji bo biryarê bê guman gelek e. Tecrîda li ser rêber Apo tecrîda li dijî gelê Kurd e. Vê biryarê jî bêhiqûqiya dewleta Tirk careke din îspat kir. Berxwedan û têkoşîna gelê me ya ji niha û pê ve, têra xwe xurt e heta ku gelek tiştan biguherîne."   

Sema Begdaş diyar kir, saziyên li Rojhilata Navîn dixebitin, ji bo rakirina tecrîdê divê bêhtir bixebitin û banga mezinkirina têkoşînê kir.

'EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ LI KOLANAN BIN'

Sema Begdaş bal kişand ser hewldanên PYD'ê yên ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û got: “Em ê xebatên xwe bidomînin û çalakiyên xwe berdewam bikin da ku fikr û felsefeya rêber Ocalan bigihînin gelan."

Sema Begdaş destnîşan kir ku divê gel ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bibêjin "Dem dema azadiyê ye" û biherikin qadan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were, divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî gavên şênbertir biavêjin û biryarên xwe bişopînin." 

ANHA