Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên şervanê QSD`ê Emar Ukeş (Xesan) û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mezlûm Şêxo spartin axê, her wiha merasîma xiyabî ji şervanê YPG`ê şehîd Îsmaîl Mêlê (Ciwan Kobanê) re li dar xist.

Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
8 kanûn, 2021   17:37
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, hêzên leşkerî û endamên hin partiyan li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê Kobanê kom bûn.

Piştî girsya gel gihaşt goristanê, cenaze rakirin ser milên xwe û bi sloganan "Şehîd namirin" ber bi qada goristana ve herikîn.

/ar/uploads/files/2021/12/08/152347_kyfara-shwrsh.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre hevserokê Meclisa Saziya Birîndarên Şer a Şehbayê û Şêxmeqsûd Gîvara Şoreş axivî û got: "Berxwedana me li tevahiya cîhanê bûye semboleke şoreşgerî û niha em li bajarê Kobanê ne ku xwe bi cîhanê da naskirin ku tu hêz nikare li hemberî rihê mirovahiyê û fedekariya wê bisekine, ji ber Kobanê bûye keleha israr û sekna li dijî faşîzma Tirk."

/ar/uploads/files/2021/12/08/152317_hsyn-alshykh.webp

Paşê cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Hisên El-Şêx axivî û got: "Şehîd Xesan ji me re dîroka biratiya gelan û hevgirtina di navbera pêkateyên gelê me de vegerand û her wiha helwesteke gewre tomar kir, ji ber ku ji bajarê Hemayê hatiye vir û di oxira mirovahî û azadiyê de şehîd ket."

/ar/uploads/files/2021/12/08/152401_ltfyh-slyman.webp

Cîgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Şêran a Kantona Kobanê Letîfe Silêman jî axivî û ev nirxandin kir: "Dijminê Tirk rojane û li her deverê bi hemû rêbazan gelê me hedef digire, ji lew re divê em şehîdên xwe ji bîr nekin û hîn bêhtir tê bikoşin, ji ber ku dijminê me her tim ji bo qirkirina me planan datîne."

/ar/uploads/files/2021/12/08/152303_hjy-mhmwd.webp

Li navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hecî Mehmûd wiha axivî: "Em spasya hemû beşdaran dikin, ji ber ku li hemberî berdêlên şehîdan bi erka xwe radibin. Şehîd bi jiyan xwe nefirkirin, lê belê bi azadiyê fikirîn û ev hêviya wan bûn, ji lewma divê em hêviya wan bi cih bînin û rêya wan bişopînin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Mişo nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şehîd Mezlûm Şêxo (Mezlûm) 6`ê Mijdarê li Kobanê di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê, lê şehîd Emar Ukeş (Xesan) 5`ê vê mehê li Eyn Îsa dema li ser erka xwe ya leşkerî bû gihaşt asta şehadetê. Şehîd Îsmaîl Mêlê (Ciwan Kobanê) 3`yê Tîrmeha derbasbûyî li bajarê Reqayê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA