Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist

Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya salê li dar xist û tê de îşaret pê kir ku zehmetiya herî zêde derket pêşberî wan, êrişên artêşa Tirk û sûcên wê bûn, lê dîsa jî bi hemû derfetên xwe xizmeta welatiyan dikin.

Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist
8 kanûn, 2021   17:41
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi dirûşma "Bi hev re em parastina jîngehê bikin" civîna xwe ya salane li saziya Malbatên Şehîdan a navenda bajêr li dar xist. Bi dehan welatiyên herêmê, nûnerên saziyên herêmê û hevserokên Komîteya Şaredariyan a Kantona Hesekê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Meclisa herêma Til Temir Çîçek Roj rewşa siyasî û rewşa herêmê ya ji aliyên siyasî û leşkerî ve axivî.

Piştî axaftin bi dawî bû, hevserokê Şaredariya Çiyayê Kezwan Ekrem Silêman rapora salane xwend.

Dûvre têkildarî kar û xebata par sînevîsyonek hate lidarxistin.

Piştî civînê ajansa me hevdîtin bi hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê Ehmed Heyder re çêkir û wiha axivî: "Me ev civîn li dar xist da ku ji welatiyan re karê ku em par pê rabûne zelal bikin, her wiha me li gorî plansaziya şaredariyê gelek proje pêk anîn û hin jî di pratîkê de ne. Têkildarî vê yekê budceyek ji vê salê re hate diyarkirin û li ser şaredariyan hate belavkirin."

Ehmed Heyder diyar kir ku dê piştî budceya projeyan were danîn plansaziya sala bê dest pê bikin û dê li gorî derfetan li ser projeyên xwe bixebitin.

Heyder îşaret bi zehmetiyên derketin pêşberî wan kir û wiha dewam kir: "Ji ber bajar nêzî eniyên şer e gelek astengî derketin. Her wiha xebata şaredariyê ya li Qebor Qeracine ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve rawestî û karmendên wê veguhastina navenda Til Temirê. Her wiha gelek azarên mezin bi sedema qutbûna ava vexwarinê û ava Xabûr ji hêla dewleta Tirk ve kişandin û wê jî hişt laşmaniya belav bibe."

Di dawiya civînê de deriyê nîqaşê hate vekirin û beşdaran nîqaşa xebata şaredariyan kir û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA