Rêxistinên sivîl: Dewleta Tirk li ser qirkirina êzidiyan bi israr e

Rêxistinên sivîl ên kantona Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk li ser hebûna êzidiyan xeteriya herî mezin e. Her wiha piştrast kirin ku dewleta Tirk li ser qirkirina êzidiyan bi israr e. Rêxistinan, diyar kir ku hikumeta Iraqê berpirsa êrişên li dijî Şengalê ye.

Rêxistinên sivîl: Dewleta Tirk li ser qirkirina êzidiyan bi israr e
8 kanûn, 2021   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê, Meclisa Navçeya Qamişlo, Meclisa Navçeya Til Birakê şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi daxuyaniyên cuda şermezar kir.

Bi dehan endamên Meclisa Navçeya Tirbespiyê îro li pêşiya avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek da raya giştî. Hevseroka meclisê Şamîran Dengo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê êrişa li dijî hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê şermezar kir û got hikumeta Şamê ji vê êrişê berpirs e. 

Her wiha meclisê diyar kir ku dewleta Tirk li ser qirkirina êzidyan bi israr e.

Bi heman mebestê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê bi daxuyaniyekê hedefgirtina Merwan Bedel şermezar kir. Daxuyaniyê li pêşiya Mala Êzidî ya li gundê Qizil Çox ê navçeya Amûdê hat xwendin.

Daxuyaniya yekitiyê ji aliyê endama Mala Êzidî Nalîn Derwîş Reşo ve hat xwendin. Endamên Mala Êzidî, Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk qirkirina êzidiyan didomîne û sûcên li dijî êzidiyan hatine kirin, hatin şermezarkirin.

Yekitiya êzîdiyên Sûriye sûcên dewleta Tirk red kirin û got:" Em wek Yekitiya Êzîdiyên Sûriye van sûcên êrişker û tirsonek a dewleta Tirk şermezar dikin û piştrast dikin ku ev xelekek qirêj di rêzeqirkirinên li dijî gel e û berdewamiya rasterast a qirkirina 3'yê Tebaxa 2014'an a ku wijdana cîhaní hejandî ye û radighînin ku sûcdarê wan heman e".

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin:” Civaka navneteweyî ya ku bi sûcên jenosid ên ku DAIŞ`ê li dijî êzidiyan pêk anîne, îtîraf kiriye, divê fêm bikin ku dewleta Tirk li ser êzidiyan xeteriya herî mezin e.”

Her wiha têkildarî heman mijarê Meclisa Bajarê Qamişloyê daxuyaniyek daxuyanek da. Hevserokê meclisê Silêman Ebû Bekir daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê, mîna van sûcan li Qamişloyê jî kir.

Meclisê bang li tevahî hêzên çalak û rêxistinên hiqûqî kir ku erka xwe di girtina tedbîrên pêwîst de ji bo parastina kurd û tevahî pêkhateyên herêmê bi cih bîne.

Meclisa Navçeya Til Berak jî vê sibehê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya hola şehîdan a li naverasta bajêr hat xwendin. Di daxuyaniyê de sûca hovane dewleta Tirk a li dijî Merwan Bedel li Şengal şermezar kir. 

Hevseroka Meclisa Til Berak Emîne Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistan û hikumeta Iraqê hat kirin ku erka xwe bi cih bînin da ku sûcên dewleta Tirk li dijî serweriya Iraqê rawestin.

(şx-dm)