Li rojavayê Helebê di navbera çeteyên dewleta Tirkiyê û hêzên hikumetê de şer rû da

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin. Li aliyekî din di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li herêmê şer rû da.

Li rojavayê Helebê di navbera çeteyên dewleta Tirkiyê û hêzên hikumetê de şer rû da
8 kanûn, 2021   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi moşekan eniyên Kîtan û Kefer Noran ên li rojavayê Helebê ku tê de nuqteyeke dagirkeriya Tirk heye, topbaran kir.

Di heman demê de, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şerên giran rû dan.

(dm)