Senatoya DYA’yê firotina moşekan ji Erebistana Siûdî re erê kir

Senatoya DYA’yê firotina moşekan ji Erebistana Siûdî re bi nirxê 650 milyon dolar, erê kir.

Senatoya DYA’yê firotina moşekan ji Erebistana Siûdî re erê kir
8 kanûn, 2021   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmaya ku firotina moşekên pêşketî yên hewa bo hewa yên navîn û topavêjên moşek û çekên din ji Erebistana Siûdî re qedexe dike, red kir.

Pêşnûma bi piraniya dengan hate redkirin. Endamên Senatoyê Rand Paul û Mike Lee, her wiha Bernie Sanders pêşnûma pêşkêş kir da ku peymana çekan bi miqdarê 650 milyon dolar ji Erebistana Siûdî re, asteng bike.

Gelek endamên Senatoya DYA’yê got Erebistana Siûdî hevalbendeke girîng li Rojhilata Navîn e û hin endamên Kongreyê jî Siûdî rexne kir ku ji ber beşdarî şerê li Yemenê bûye.

(bx)