Rêveberiya Xweser a Şengalê: Bi êrişên bêbext wê nikaribin îradeya me teslîm bigirin

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê  êrişa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda weke êrişa li dijî Şengala xweser û azad binav kir û got: "Dewleta Tirk êriş kiribe jî em Iraqê û PDK ya ku timî Şengalê hedef nîşan dide, berpirsyar dizanin. Lê divê dost û dijmin jî bizanin wê ti êrîş nekare me ji têkoşîna Şengala xweser û azad bike.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Bi êrişên bêbext wê nikaribin îradeya me teslîm bigirin
7 kanûn, 2021   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di derdora saet 14.00’an de balafira bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ku du zarokên wî jî li gel bû kir hedef. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû. Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrişên li dijî Şengalê û pêşengên Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 ‘JI BO ÊRIŞÊ ROJEKE PÎROZ HILBIJARTIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş di rojeke pîroz a Êzidiyan de li dijî pêşengê têkoşîna parastin û azadiya Êzîdiyan Merwan Bedel hatiye kirin û ev peyam hate dayîn: “Ev êriş di rojeke pîroz a Êzidiyan de, di roja yekemîn a Rojiya Êzî de hate kirin. Hevalê me Merwan Bedel ji bo amadekariyên cejnê ji bo zarokên xwe bibe sûkê ji mal derketibû. Dema êriş pêk hat zarokên wî Dinya Merwan (11) û Dîcle Merwan jî li gel wî bûn. Em baş dizanin ku dewleta dagirker a Tirk ku dijminê Êzdiyatiyê ye, vê roja pîroz bi zanebûn hilbijartiye. Ji ber ku armanca dijmin ew e ku roja me ya herî pîroz, roja me ya herî bi wate ji me re bike roja herî bi êş û bi jan.”

‘EV ÊRIŞ PARÇEYEKE PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YE’

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir êriş berdewama komplo û peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û ev tişt hate gotin: “Beriya her tiştî em dixwazin bêjin ku ev êriş berdewama plan û komployên li ser Şengala xweser û azad e. Ev êriş, parçeyek ji peymana 9’ê Cotmehê ye. Ev êriş berdewama şehîdkirina Mam Zekî, Ş.Zerdeşt û Ş.Seîd Hesen e. Em ji van hemû êrişan jî baş dizanin ku, armanca dijmin ew e ku pêşengên civaka Êzidî, stûnên Êzidxanê tune bike. Ji ber ku Êzidî dixwazin bi vîna xwe ya azad, li ser axa xwe ya pîroz xwe rêvebibin. Bi îradeya xwe ya azad li ser rûyê cîhanê hebûna xwe berdewam bikin. Lê dijminên koka Êzdayetiyê ev mafê herî mirovî û bingehîn jî ji me re zêde dibînin.”

 ‘JI BO STATÛYA ŞENGALÊ TÊKOŞÎNEKE MEZIN DA’

Li ser sedema hedefkirina Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê jî wiha hate gotin: “Rêhevalê me Merwan Bedel jî yek ji wan pêşengan bû ku ji fermanê heya niha hemû hebûna xwe ji bo Êzdiyatiyê, ji bo Êzidxanê bexş kiribû. Şehîd Merwan Bedel ji destpêka fermanê ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe sekinîbû. Bê dudilî, ji roja destpêkê ve tevlî refên berxwedanê, tevlî YBŞ’ê bibû. Ji wê rojê û heya roja ku şehîd ket jî ji bo civaka Êzidî xwe birêxistin bike, xwe biparêze û jiyana azad ava bike bêsekin kar û xebat meşand. Ji qada leşkerî heya dîplomasî û avakirina civaka demokratîk di hemû qadan de ji bo gelê me xwe rêvebibe, statuya Şengalê mîsoger bibe kedeke mezin da. Eger îro em dikarin behsa Şengaleke xweser û azad dikin, ked û pêşengiya Şehîd Merwan Bedel di nav vê heqîqetê de heye.”

 ‘GELÊ WÎ JI BO HEVSEROKATIYÊ HILBIJART’

Li ser erka ku şehîd Merwan di kongreyê de girtibû û di daxuyaniyê de hate gotin, gel wî hêjayî vê wezîfeyê dîtibû û wiha dirêje pê hate dayîn: “Şehîd Merwan Bedel di 4’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ji aliyê gel ve wekî Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê hatibû hilbijartin. Civaka Êzidî wekî pêşengekî xwe rol û erkeke mezin dabû ser milên wî. Wî jî ji bo bi vê erka pîroz ve rabe çi ji destê wî hat heya dawiyê kir. Ji ber vê yekê em dibêjin ku, hedefgirtina wî hedefgirtina civaka Êzidî ye. Êrîşa li hemberî wî êrîşeke mezin a li ser civaka Êzidî ye. Dijminên me dixwazin ku pêşengên civaka Êzidî bi vî rengî bikin hedef û îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin.”

 ‘WÊ NIKARIN BI ÊRIŞÊN BÊBEXT ÎRADEYA ME TESLÎM BIGIRIN’

Li ser xwedîderketina li xeta têkoşînê ya şehîd Merwan jî di berdewama daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: “Lê em bi wesîleya şehadeta rêhevalê me Merwan Bedel car din ji dost û dijmin re radigihînin ku, tu kes nikare bi êrişên bêbext îradeya me teslîm bigire. Hêrsa me ya li hemberî dijmin ji her demî zêdetir, baweriya me jî ji her demê xurtir e. Çawa ku Şehîd Merwan Bedel li hemberî tu êriş, komplo û planan serî netewand, em jî dibêjin ku em ê şehadeta wî bikin wesîleya bilindkirina têkoşîna xwe. Em car din soza têkoşîn û tolhildanê didin civaka xwe. Em ê jî heya dawiyê li ser şopa şehîdê xwe bin.”

 ‘DEWLETA TIRK KIRIBE JÎ IRAQ BERPIRSYAR E’

Li ser berpirsyariya êrişê û rola hikûmeta Iraqê ya dibin serokatiya Kazimî de jî Hevserokatiya Rêvebeiya Xweser a Şengalê wiha got: “Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku, her çiqas ev êriş bi destê dewleta Tirk a dagirker hatibe kirin jî em di serî de hikumeta Iraqê ji vê êrişê berpirsyar dibînin. Hewce ye hikumeta Iraqê hesabê vê êrişê bide civaka Êzidî. Eger sekna hikumeta Iraqê ya li hemberî dijminên Êzdiyatiyê ne ev bûna, ne çeteyên DAIŞ’ê karibûn êrişê Şengalê bikin ne jî dewleta Tirk a dagirker karibû ji Mam Zekî heya Seîd Hesen û Merwan Bedelan, pêşengên civaka Êzidî bi van êrîşên bêbext şehîd bixista. Ev bêdengî û hevkariya hikumeta Iraqê cesaret dide dijminên me û rê li ber van êrîşan vedike.”

 ‘EM PDK’Ê JÎ JI VÊ ÊRÎŞÊ BERPIRSYAR DIGIRIN’

Li ser timî hedef nîşandan Şengalê ji aliyê rayedarên PDK’ê ve jî rêveberiyê van hişyariyan da: “Car din em ji vê êrişê PDK’ê jî berpirsyar dibînin. Ji xwe PDK hebûna xwe bi hebûna dewleta Tirk a dagirker re kiriye yek. PDK’ê her ku derfet dîtiye sazî û dezgehên civaka Êzidî, Rêveberiya Xweser a ku îradeya civaka Êzidî temsîl dike û pêşengên civaka Êzidî hedef nîşan daye. Yên ku her carê Şengalê hedef nîşan didin ji vê êrişê berpirsyar in.”

PEYAMA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li Şengaliyan kir ku bi beşdariya li merasîma spartina axê ya şehîd Merwan helwesta xwe ya biryardar nîşanê êrişkaran bidin û ev bang hate kirin: “Em ji hemû dijminên Êzdiyatiyê re her wiha ji dostan re jî dibêjin ku, tu êriş nikare îradeya gelê me bişkîne. Tu êriş nikare me ji têkoşîna Şengala xweser û azad paş de bihêle. Li ser vê esasê em bang li hemû civaka Êzidî dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li îradeya xwe derkevin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibe tevlî merasîma Şehîd Merwan Bedel bin û bersiveke xurt bidin dijmin. Şehîd Merwan Bedel heya şehadeta xwe ji bo civaka xwe kar û xebat meşand. Em bawer dikin ku wê gelê me jî bi merasîmeke bi heybet xwedî li şehîdê xwe derkeve û têkoşîna xwe ji her demê xurtir bike.”