KCDK-E: Xwedîderketina li Şengalê peywira sereke ya neteweyî ye

KCDK-E'yê êrişa terorî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û got ''Divê hemû Kurdistanî zanibin xwedîderketina li Şengalê peywira sereke ya neteweyî ye."

KCDK-E: Xwedîderketina li Şengalê peywira sereke ya neteweyî ye
7 kanûn, 2021   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

KCDK-E'yê têkilî êrişa terorî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê ku bi êrişa bi droneyên çekdar Hevserokê Meclisa Rêveber  a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Kurdistanê ya Federal bi bêdengiya xwe komkujiyê dipejirînin û hate gotin heke ne hevkarên vî sûcî ne divê mekanîzmayên navneetewî li dijî Tirkiyê bidin şixulandin.

KCDK-E'yê bang li gelê Kurd ê êzidî yên li Ewropayê û tevahiya gelê Kurdistanê û dilxwazên mirovahiyê kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk rabin ser piyan.

KCDK-E'yê got, ''Divê hemû Kurdistanî zanibin xwedîderketina li Şengalê peywira sereke ya neteweyî ye. Bêdengî tê maneya desteka li komkujiyên dewleta Tirk.''