Projeya "Zarok hêvî û berpirsyarî ne" bi dawî bû

Projeya "Zarok hêvî û berpirsyarî ne" ya ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê ve hatibû ragihandin bi şahiyekî bi dawî bû.

Projeya "Zarok hêvî û berpirsyarî ne" bi dawî bû
7 kanûn, 2021   15:07
ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê bi koordîneya Desteya Karûbarên Civakî, Desteya Ciwan û Werzîşê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Tevgera Çand û Hunerê û Komîna Wênexêzê ji bo piştevaniya zarokên li kampan, projeyek bi navê "Zarok hêvî û berpirsyarî ne" ragihandibû. Proje destpêka havînî dest pê kiribû û di çarçoveyê de çalakiyên çandî, hunerî, fêrbûn û werzîşê de ji zarokan re hatin lidarxistin.

Proje îro bi şahiyekê li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya katona Şehbayê bi dawî bû diyariyan li zarokan hatin belavkirin. Bi dehan zarok û malbatên wan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avesta Îbrahîm axivî û spasiya hemû saziyên ku ev proje pêk anîne kir.

Avesta Îbrahîm got: "Zarok bingehê civakê ne, ji ber vê yekê divê em wan fêrî bingehên jiyan bikin û wan ji rewşa dirûnî ya xirab û bandora êrişên dagirkeran ku li wan kirine, xilas bikin."

Piştre, sinevîzyoneke li ser xebatên projeyê hate pêşandan û Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê govendên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha, perwerdekarên "Komîna Wênexêzê ya Herêma Efrînê" li ser tabloyeke mezin dara zeytûnê xêz kir.

Di şahiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin û xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA