DYA’yê gefa cezayan li Rûsyayê xwar

DYA`yê gef xwar ku heke Pûtîn biryara êrişa li dijî Ukraynayê pêk bîne dê cezayên giran li Moskov û daîreya nêzî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ferz bike.

DYA’yê gefa cezayan li Rûsyayê xwar
7 kanûn, 2021   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê îro bi rêya telefonê pêwendiyê bikin da ku Moskovê ji êrişa li dijî Ukraynayê vegerîne.

Roja duşemê Biden bi hevalbendên ewropî re têkildarî plana ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê nîqaş kiribû.

Berpirsên payebilind ên rêveberiya Biden dê Pûtîn hişyar bike, eger êrişî Ukranyayê bike dê cezayên aborî yên giran lê ferz bike.

 (bx)