Du bajarên stratejîk ên Etyopya ji bin serweriya Tîgray hatin derxistin

Hikumeta Etyopyayê got wan herdu bajarên stratejîk Disi û Kombolcha ji bin serweriya Eniya Rizgariya Tîgray derxistine.

Du bajarên stratejîk ên Etyopya ji bin serweriya Tîgray hatin derxistin
7 kanûn, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Etyopyayê ragihand ku wan herdu bajarên stratejîk Disi û Kombolcha yên li bakurê welêt ji nû ve bi dest xistine.

Nivîsgeha ragihandina hikumetê di Twitterê de got hêzên ewlekariyê bajarên bazirganî û pîşesaziyê Disi û Kombolcha rizgar kirin.

Beriya mehekê, Eniya Rizgariya Tîgray herdu bajarên navborî kontrol kiribûn.

(dx)