Li Basrayê teqîneke mezin pêk hat; agahiyên li ser qurbaniyan hene

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku li parêzgeha Basra ya başûrê Iraqê teqîneke mezin rûdaye û qurbanî hene.

Li Basrayê teqîneke mezin pêk hat; agahiyên li ser qurbaniyan hene
7 kanûn, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Sumeriyê ya Iraqê, erebeyeke bombebarkirî li nêzî deriyê xwaringeheke nêzî Istîşartiyet Misteşfe El-Cemihûrî, teqiyaye.

Çavkanî got, 'li gorî daneyên destpêkê 7 şehîd hene'.

Çavkaniyekî ji tora El-Eyn re jî ragihand ku teqînek terorîst pêk hatiye û di encamê de li gorî daneye destpêkê 15 kes hatine kuştin û birîndar bûne.