‛PDK rewşa Dayikên Aştiyê paşguh dike’

Dayikên Aştiyê yên li deriyê Sêmalkayê da zanîn ku redkirina peyama wan ji aliyê PDK’ê ve, nayê qebûlkirin û got "PDK’ê tu helwest nîşan da, rewşa dayikan û sekna wan li ser pire, paşguh kir." ‎

‛PDK rewşa Dayikên Aştiyê paşguh dike’
6 kanûn, 2021   07:51
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULLAH ‎

‎Duh 31 Dayikên Aştiyê yên ji bajar û navçeyên Qamişloyê berê xwe da deriyê Pêşxabûr ê Başûrê Kurdistanê da ku cenazeyên 5 gerîlayên di kemîna PDK’ê li Xelîfanê de şehîd bûbûn, wergirin.

Ajansa me hevpeyvîn bi dayikeke aştiyê re dema li Pêşxabûrê kom bûbûn ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, pêk anî. Şemsêxan Gilo, dayika şehîd Nûredîn e. Şemsêxan helwesta PDK’ê şermezar kir û got: "Rêveberiyê dergeha Pêşxabûr bi hinceta ku destûrên wan ên derbasbûnê tune ne, red kir ku peyama me radest bibe. Gelo tu rêveberiya Pêşxabûr tune ye ku bi me re bicive û peyama me bide desthilatdarên Başûrê Kurdistanê?" ‎

Têkildarî bersivdana PDK'ê ji çalakiya Dayikên Aştiyê ya li Sêmalkayê, Şemsêxan Gilo wiha domand: "PDK’ê tu helwest nîşan da, rewşa dayikan û sekna wan li ser pirê bi saetan paşguh kir." ‎

Şemsêxan Gilo bang li gelê Kurd û dayikan kir ku têkoşînê bilind bikin û ev tişt got: "Bêdengî me dikuje. Komployên li dijî hêzên gerîla, komployên li dijî Kurdistanê ne."

‎

Şemsêxan wiha axivî: "Ji we re şerm e, ciwan li çiyayên Kurdistanê parastina rûmeta we li dijî artêşa Tirk a dagirker dikin û hûn bê deng in. Ev ne karê Kurdan e. Ji ber ku Kurd kaniya berxwedan û jiyanê ne û li ser metoda berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û gelek şehîdan dimeşin."

Ev cara sêyemîn e ku Dayikên Aştiyê ber bi deriyê Pêşxabûr ve diçin da ku cenazeyên şehîdan ‎bixwazin, lê belê rêveberiya PDK’ê tu bersivê nade.‎

(dm)

ANHA