'Gerîla û berxwedana wan bê hempa ne'

Serokê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas diyar kir ku bi berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê maska reş a dewleta Tirk û Erdogan ketiye û got "Gerîla tişta ku dijmin jê ditirse dike, ew jî azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye."  

'Gerîla û berxwedana wan bê hempa ne'
6 kanûn, 2021   08:00
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Dewleta Tirk a dagirker di 23'yê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişên berfireh ên dagirkeriyê kir. Tevî teknolojiya xwe ya leşkerî jî, artêşa dagirker li hember berxwedana gerîla tişta dixwest bi dest nexist û bi sedan caran êrişên kîmyewî kirin, lê dîsa jî xwe negihand encamekê.

Artêşa Tirk di encama têkoşîna gerîla de neçar ma ku ji herêmên Werxelê û li Tabûra Ereban vekişe. Lê belê êrişên dewleta Tirk ên li Beşûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê, dewam dikin.

Serokê Partiya Kombûna Nîştîmanî ya Kurdistanê (PKNK) Mihemed Ebas destnîşan kir ku hebûna gerîlayên azadiyê refleksa herî xurt û encamgir e ku Kurdan li dijî zilma dewleta Tirk nîşan daye.

'TIŞTA KU DIJMIN DITIRSÎNE, DIKIN’

Mihemed Ebas îşaret pê kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya komkujiyên li ser  gelê Kurd ên dewleta Tirk, gerîla ye û got: "Dijmin ji çi ditirse, gerîla wê sike. Ew azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan sedemên cuda nîşan dide. Kurd jî bi saya gerîla li dijî van êrişan li ber xwe didin."

Ebas diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê yekane ne û wiah axivî: "Di dîroka gelan de tevgereke wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê hişmend, zana û leheng nîn e. Ji ber ku ew bi felsefeya rêber Apo şer dikin û li ber xwe didin. Lewma gerîlatiyên azadiya Kurdistanê di dîrokê de bêhempa ne. Gerîla ji bo 2 armancan li Rojhilata Navîn tê dikoşe; ya yekemîn belavkirina felsefeya Rêbertî ye, ya duyemîn jî pêkanîna xeyalên jiyana demokratîk û azad ji bo hemû gelên cîhanê li herêmeke mîna Rojhilata Navîn."

Mihemed Ebas diyar kir ku dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan dê li hember berxwedanê têk biçin û got: "Dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan hemû rêbazên qirêjî yên şer ceribandin. Bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê vala kirin. Xwestin komkujiyên li Dêrsim û Geliyê Zîlan dubare bikin û mîna Ermenan bi komkujiyan Kurdan tune bikin. Ji bo vê gelek rêbaz bi kar anîn, lê bi ser neketin û  bi ser nakevin jî. Tu dîktatorek di dîroka cîhanê de heta niha bi zext û zordariyê negihaştiye armanca xwe. Zilm her tim têk çûye û berxwedan her tim bi ser ketiye.”

'YÊN DIN TÊK ÇÛN, ERDOGAN JÎ DÊ TÊK BIÇE'

Mihemed Ebas diyar kir ku dewleta Tirk di şerê li dijî gelê Kurd têk diçe û wiha domand:  "Kurd ji bo azadî, demokrasî û azadiya gelan tê dikoşin. Tiştekî din naxwazin û ji ber vê yekê mafdar in. Bulent Ecevît, Tansu Çîller, Suleyman Demîrel û gelek kesên din ên di dîroka dewleta Tirk de li dijî PKK'ê şer îlan kirin, têk çûn. Erdogan jî dê têk biçe. Erdogan di şerê xwe yê li dijî Kurdan de hem di qadên siyasî, leşkerî û aborî de, hem jî di polîtîkaya derve de têk diçe. Gelek welat û gelên cîhanê niha li dijî siyaseta Erdogan bertekan nîşan didin."

Ebas got: "Qelsiya dewleta Tirk li ku dest pê kir? Dewleta Tirk di şerê li dijî gerîla de, ket. Ji ber ku gerîla her tim ji bo azadiya gelan tê koşiyaye. Hêzên gerîla ji bo jiyaneke demokratîk bang li aliyên demokratîk ên li Tirkiyê kir. Rêbaza şer a gerîla, tevî hemû êrişên xwe jî dewleta Tirk bi paş ve da vekişandin û derbên giran lê xistin."

BERXWEDANA GERÎLA Û HEZÎMETA ERDOGAN

Serokê PKNK’ê Mihemed Ebas wiha li axaftina xwe zêde kir: "Têkoşîna gerîla maska Erdogan rakiriye. Erdogan bi dagirkeriya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û helwesta xwe ya li hemberî Kurdan bi tevahî têk çûye. Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişî Kurdan kir û di dawiyê de ew têk çû. Polîtîkayên dagirkeriyê yên ku wî li Azerbêcan û Lîbyayê meşandin, rûyê rast ê Erdogan nîşanî gelên Tirkiyê û cîhanê da. Di encamê de Erdogan an dê bi xwe îstîfa bike yan jî hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê çêbin. Ev hemû encamên em behsê dikin, bi saya berxwedana gerîla çêbûn.”

ANHA