Ciwanên Şehbayê bang kir: Tev li hemleya 'Cenga Azadiyê' bibin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû ciwanan kir ku tev li hemleya "Cenga Azadiyê" bibin.

Ciwanên Şehbayê bang kir: Tev li hemleya 'Cenga Azadiyê' bibin
6 kanûn, 2021   07:38
ŞEHBA

Dewleta Tirk ji sala 1999`an de li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî dimeşîne. Parêzeran di 22’yê Mijdarê de, ji bo ku hevdîtinê bi rêber Ocalan re bikin, serî li dadgehê dabû, lê piştî serlêdanê eşkere bûbû ku 2 cezayên nû li rêber Ocalan hatine ferzkirin.

Têkildarî mijarê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê ji ANHA`yê re axivîn.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê Ebdulrehman Xelîl da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê li ser rêber Ocalan, şikandina hêz û berxwedana gelê Kurd e, bi vê siyaseta qirêjî jî dixwaze gelê Kurd tune bike. Xelîl got: "Dewleta Tirk ji ber ku tirsa xwe ji rastiya fikra rêber Ocalan heye, bi her awayî tecrîdê li ser wî ferz dike."

Ebdulrehman Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê bi rihê Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîdê li ser rêber Ocalan bişikînin û tu carî dewleta Tirk nikare hêza berxwedana ciwanên Efrînê bişikîne."

Her wiha ji rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dede bal kişand ser hemleya Cenga Azadiyê û wiha axivî: “Armanca me ya yekemîn ji hemleya 'Werin Cenga Azadiyê', şikandina tecrîdê û rizgarkirina rêber Ocalan e.”

Rîm Dede da zanîn ku armanca dijmin ji girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ew e ku ciwanan jê dûr bixe, ji ber ku rêber Ocalan hêz û girîngiyê dide ciwanan û wiha dewam kir: “Em jî bi hemleya Cenga Azadiyê rabûn da ku em xwedî li azadiya rêber Ocalan derkevin û tecrîdê bişikînin.”

Rîm destnîşan kir ku armanca duyemîn ji hemleya Cenga Azadiyê, azadkirina hemû ciwanan e, ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakê ne. Rîm di dawiyê de bang li hemû ciwanan kir ku tev li hemleya Cenga Azadiyê bibin, piştgiriya vê hemleyê bikin, asta têkoşînê bilind bikin, tecrîdê bişikînin.

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Reşîd Silêman jî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk her ku dagirkeriya wan li çiyayên Kurdistanê têk diçe, tecrîdê li ser rêber Ocalan û gelê Kurd zêdetir dike.

Silêman da zanîn ku tecrîda li ser rêber Ocalan dê were şikandin û wiha domand: "Ji ber ku îdeolojiya rêber Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û bi berdewama qonaxa duyemîn a hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ya li ser asta cîhanê, dê tecrîd were şikandin."

Silêman diyar kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger dê bibe xelekeke ji agir li dor rêber Ocalan û nahêle  dewletên dagirker û hegoman îdeolojiya rêber Ocalan tune bikin. Silêman di dawiyê de banga hemû ciwanên Kurd kir û got: "Banga me ji hemû ciwanên Kurd re heye da ku tev li hemleya  Cenga Azadiyê bibin, ji ber ku azadiya rêber Ocalan azadiya hemû gelên bindest e."

ANHA