Fernaz Atiye: Dewleta Tirk siyaseta çewisandina siyasetmedarên jin ên Kurd didomîne

Lêkolînera misirî ya zanistên siyasî hedefgirtina jinên siyasetmedar ên Kurdbi destê dewleta Tirk, wek hewldana têkbirina doza Kurdan bi nav kir. Li ser vê yekê bang li jinên li Tirkiyê û jinên Kurd kir ku têkoşîna xwe berdewam bikin.

Fernaz Atiye: Dewleta Tirk siyaseta çewisandina siyasetmedarên jin ên Kurd didomîne
6 kanûn, 2021   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Desthilata Tirk bi ser çalakvan, siyasetmedar û muxalifên AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan de digire. Tawanên hemû kesên li dijî wê disekinin û banga azadî û serhildanê dikin, amade ne û bi hinceta têkiliyên bi PKK’ê re tên girtin.

Desthilata Tirk siyasetmedar Leyla Guven û hiqûqnas Eren Keskîn bi "Banga alîgiriya ji rêxistinê re" tawanbar kirin û bi hinceta daxuyaniyên Leyla Guven ên 2020’an, 5 sal ceza lê hate birîn. Roja sêşema derbasbûyî jî polîsên Tirk girt ser mala Eren Keskîn û ew bi heman tawanê vexwendin darizandinê.

Têkildarî mijarê lêkolînera misirî ya zanistên siyasî Dr. Fernaz Atiye ji ajansa me re behsa siyasetên dewleta Tirk kir û da zanîn ku siyasetên wê li ser bingeha çewisandinê hatiye avakirin û qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên dewletan û mafên mirovan, binpê dike.

Fernaz Atiye diyar kir ku hedefgirtina jinên siyasetmedar ên Kurd û îşkencekirina wan, nexasim ên parastina mafên Kurdan û doza Kurdan dikin, bi armanca têkbirina doza Kurd û çewisandina nasnameya wan e.

ꞌTIRKIYE HEWLDANA TÊKBIRINA SEMBOLÊN KURDÎ DIKEꞌ

Fernaz Atiye îşaret bi sûcên li dijî jinên li herêmên Sûriyê yên ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin kir û ev tişt got: "Gelek mînakên têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan, wekî tecawîz, revandin û qetilkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî hene, mînak; siûqastkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef."

Lêkolînera misirî Fernaz Atiye jinên Kurd wek sembolên neteweya demokratîk ên parastina mafên welatên xwe dikin, bi nav kir û ev lê zêde kir: "Jinên Kurd ji ber serfektinên pêk tînin, têne binçavkirin, çi di warê parastina doz û welatê xwe de be çi parastina gelê xwe be. Jina Kurd xwedî roleke pêşeng e û nimûne nîşan dane çi di aliyê parastinê de çi di warê hiquqî yan jî parastina mafên neteweya Kurd de be, ji lew re hedefgirtina wan wekî hewldana têkbirina semboleke girîng a neteweya Kurd e."

Fernaz Atiye diyar kir ku dewleta Tirk siyasetên çewisandinê û sûcan dide meşandin, mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê dike.

ꞌLEYLA GUVEN SEMBOLA MIROVAHIYÊ YEꞌ

Lêkolînera misirî îşaret bi siyasetên desthilta Tirk ên li dijî çalakgera siyasetmedar Leyla Guven kir û ev tişt anî ziman: "Cîhanê tevahî dît ku Leyla Guven li qad, bajar û gundan tê dikoşe û bi armanca rêxistinkirina jinan û bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bilindkirina asta berxwedanê da ku rêbertî ji girtîgehên faşîzma Tirkiyê bi fîzîkî were rizgarkirin, çalakiyan orgenîze dike."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a berê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven (56)  di 2018`an de, têkildarî wesifkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi dagirkirin e hate girtin û dema di girtîgehê de bû, di dawiya sale de 200 rojan di greva birçîbûnê de ma, herî dawî jî desthilata Tirk ew girt û 5 sal ceza lê birî.

Di greva birçîbûnê de Leyla Guven diyar kiribû ku ew ê heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û azadkirina girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de li ber xwe bide, li ser vê yekê jî bi hezaran Kurdên li Tirkiyê û derveyî wê piştgiriya berxwedana wê kirin. Piştî 58 rojan ji berxwedanê Leyla Guven serbest hate berdan.

Di vê çarçoveyê de Fernaz Atiye destnîşan kir ku girtina çalakger Leyla Guven ji hêla dewleta Tirk ve wekî ku dixwaze ji gelê Kurd re bide xuyakirine ku ew ê beyî ferq û cudahiya di navbera mêr û jinan de, li dijî her kesî, siyaseta çewisandinê berdewam bike.

Feranz Atiye siyasetmedar Leyla Guven bi sembola mirovahiyê ya li Tirkiyê û pêşenga greva birçîbûnê bi nav kir û ev pirs kir: "Leyla Guven parlamantera HDP`ê ye û hate girtin û di encama nêzîkatiyên nebaş ên di girtîngehê e û banga mafên xwe greva birçîbûnê ragihand, gelo çawa bi vî şiklî nêzî parlamanterekê dibin. Heke nêzîkatiya wan ji parlamenterekê re wisa ye, gelo rewşa welatiyên din ên di girtîgehê de çawa ye?"

ꞌDIVÊ JIN JI SER ARMANCA XWE VENEGERINꞌ

Lêkolînera misirî da zanîn ku divê jinên Kurd li hember siyasetên li dijî wan bisekinin û wiha pê de çû: "Divê çi jinên li Tirkiyê be û çi Kurd be ji armanca xwe venegerin û terka rêgez û mafên xwe yên serkeftina doza xwe nekin. Doza Kurd û doza adilane ku banga jiyana aştiyane dike. Her wiha divê ji desthilatên faşîst ên Tirkiyê netirse, ji ber ew çiqas xurt bin ew qasî mafên wan nayê windakirin."

Lêkolînera misirî Fernaz Atıye piştgiriya xwe ji doza kurdî û jinên bi armanca pêkanîna jiyana aştiyane li ber xwe didin re, nîşan da û wiha dewam kir: "Divê bi rêya piştevaniya hemleyên ji bo serkeftina doza Kurd, mafên jinên Kurd û girtiyên ku dewleta Tirk girtine re, piştevaniya wan jinên têkoşer tê kirin."

Lêkolînera misirî Fernaz Atiye wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê rêxistinên navneteweyî û erebî yên mafên mirovan û jinan jî piştgiriya wan jinan bikin, ew jî bi rêya eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên herêmê kir ku li hember siyasetên sûc û hovîtiyê yên dewleta Tirk bisekinin."

(eh)

ANHA