​​​​​​​Li Hesekê ji zarokên astengdaran re şahiyek hat lidarxistin

Navenda Rengîn a li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê şahiyek ji zarokên bajêr re li dar xist, tê de dîlan û pêşbirk hebûn.

​​​​​​​Li Hesekê ji zarokên astengdaran re şahiyek hat lidarxistin
5 kanûn, 2021   15:16
HESEKÊ

Bi boneya Roja Astengdaran  a Cîhanê ku NY’yê di 3’yê Kanûna 1992’yan de li ser wê rojê erê kiriye, Navenda Rengîn a Astengdaran a girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek ji zarokên li Hesekê re li dar xist.

Navend bi wêneyên zarokên navendê çêkirine hat xemilandin.

Şahî bi stranên zarok û dîlanan û di nava kêfxweşiya zarokan de dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/12/05/143532_hlymh-fatmy.webp

Di şahiyê de pêşbirk jî hatin lidarxistin, mîna bezê, hejmartina li ser tiliyan û gelek pêşbirkên ku zarok di navendê de dibînin hatin lidarxistin.

Têkildarî lidarxistina şahiyê, endama rêveber a Navenda Rengîn Helîme Fatmê wiha got: "Armanca me ji van şahiyan zarok kêfxweş bibin. Ev şahî jî bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê ye."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Navenda Rengîn a Astengdaran di 25’ê Adara 2019’an de li Hesekê vekir, da ku zarokên astengdar ên di navbera 4 salî heta 12 saliyê de pêşwaz bike.

(fr)

ANHA