Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna salane li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê civîna xwe ya salane li Kobanê li dar xist û tê de xebat û çalakiyên xwe yên îsal tevî palansaziya sala bê nirxandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê civîna salane li dar xist
5 kanûn, 2021   15:48
KOBANÊ

Civîn li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê li dar ket, tê de bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê amade bûn.

Di civînê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakê Faroq El-Maşî, rêveberiya herêma Firatê, kantona Kobanê û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hesen Koçer rewşa dawî ya li Sûriyê û hin astengiyên li pêşberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser nirxand.

Koçer wiha got: "Şerekî taybet li dijî Rêveberiya Xweser tê meşandin ku were reşkirin û gelek kesên dikevin xefka vî şerî hene. Lê divê gelê me li hember vî şerî bisekine û xwe bi rêxistin bike ku bi bin bixe."

Hesen Koçer wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em tenê pişta xwe bidin xwe û kesên pişta xwe didin hêzên derve bi bin dikevin. Lê heke hêza aborî, siyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn tune be tu serkeftin bi dest nakevin. Ji lew re divê em li her deverê li ber xwe bidin."

Piştre Hevseroka Akademiya Şehîd Emkîhan Cûdî, Ronahî Heco bi zimanê kurdî rapora salane ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê xwend.

Di raporê de xebat û çalakiyên pêk hatine hatin nirxandin, ji wan xebatan jî vekirina akademiyê ji endamên meclisê û malbatên şehîdan re ye.

Di dawiyê de beşdaran rewşa rêxistin û rêveberî ya meclisê nîqaş kir û hin pêşniyarên ji bo xizmetkirina malbatên şehîdan û civakê pêşkêş kirin, ji wan jî aktîfkirina komîteyên ku serdana malbatên şehîdan dikin.

(fr)

ANHA