Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê: Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê parast

Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê diyar kir ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê xaka Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û yekitiya xaka Sûriyê parast. Her wiha tawanên cihêxwaziyê yên li djiî Rêveberiya Xweser red kir.

Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê: Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê parast
5 kanûn, 2021   07:28
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dawiya meha derbasbûyî hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cihêxwaziyê û hewldana derbaskirina hêzên biyanî ji herêmê re, tawanbar kir.

Li ser vê yekê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tawanên Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û da zanîn ku ev tawan aloziya Sûriyê bi girêktir dike. PYD bang li hikumeta Şamê kir ku rola QSD`ê ya di têkbirina terora DAIŞ`ê û parastina xaka Sûriyê de înkar neke.

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Eşîrên Şedadê û rûspiyên eşîra Cibûr, Silêman Ehmed Derwîş tawanên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û got: "Rêveberiya Xweser û QSD`ê parastina xaka Sûriyê kir û wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir."

Derwîş destnîşan kir ku têkbirina DAIŞ'ê li herêmê ji aliyê QSD`ê ve ji hemû cîhanê re serkeftinek bû û ev lê zêde kir: "QSD di oxira rizgarkirina herêmên wekî Şedadê û herêmên başûrê kantona Hesekê ji DAIŞ`ê de zêdetirî 20 hezar şehîd û birîndar dan. Ev serkeftin ne tenê xizmeta Rêveberiya Xweser kir, di heman demê de xizmeta tevahî cîhanê kir."

Silêman Derwîş piştrast kir ku Rêveberiya Xweser tu carî nebûye projeyek parçebûn û hewl nedaye ji Sûriyê cihê bibe û wiha dewam kir: "Berovajî vê yekê Rêveberiya Xweser banga yekbûna xaka Sûriyê dike. QSD amade ye parastina her devereke Sûriyê ku rastî êrişên terorîstan were, bike. Armanca Rêveberiya Xweser parastina taybetmendiya xwe ya li herêmê ye û nabe mirov fedekariyên ku dane wê bi tawanên cihêxwaziyê xelat bike."

Silêman Derwêş banga diyalogê û danûstandina bi awayekî cidî bi Rêveberiya Xweser re li hikumeta Şamê kir û got: “Nenavendîbûn çareseriya bingehîn li Sûriyê ye.”

Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê her wiha bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên lidarxistina diyalogên bi Şamê re ku rastî redkirin û serhişkiyê tên.

Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê Silêman Ehmed Derwîş li ser bandorên redkirina diyaloga bi rêveberiyê re hişyarî da û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ger hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan li dar nexe û tevlêbûna QSD`ê nav artêşa sûrî di pêşerojê de qebûl neke û parastina taybetmendiya xwe neke, dê hêza Sûriyê lawaz bibe, her wiha dê rê ji dijminan re veke Sûriyê li hev parve bikin, mînaka wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye."

(eh)

ANHA