Roja 61`mîn a çalakiya Sêmalka; Dê îxanet winda bike û azadî bi ser keve

Bi dehan endam û xebatkarên Komîteya Tenduristî a herêma Cizirê yên beşdarî çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalkayê bûn, daxuyanî dan û gotin: “Heta em cenazeyên şehîdên xwe werbigirin, em ê li her cihî têbikoşin.”

Roja 61`mîn a çalakiya Sêmalka; Dê îxanet winda bike û azadî bi ser keve
4 kanûn, 2021   11:10
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li dergehê li Sêmalka li ser armancê wergirtina cenazeyên Şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku bi destê hêzên girêdayî PDK`ê hatin şehîdxistin di roja xwe a 61 de berdewam dike.

Ji bo piştgirîdayîna çalakiyê her roj saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên herêmê serdana kon dikin. Îro jî saziya Komîteya Tenduristî a herêma Cizirê bi dehan endam û xebatkarên xwe re bi sloganên `Bimre Îxanet` berê xwe dan konê çalakiyê û piştgiriya xwe nîşan dan.

Xebatkar û endam, ber bi sînorê di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê re meşiyan û li wir daxuyanî ji bo raya giştî dan. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Komîteya Tenduristî a herêma Cizirê Îkbal Salih ve bi zimanê erebî hat xwendin.

`DÊ ÎXANET WINDA BIKE`

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Şehîd pêşengên serkeftinê ne ku rêya me ronî dike. Em tu carî xeyalên wan yên serkeftinê nivço nahelin. Wekî saziya Komîteya Tenduristî a herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd nêzîkatiyên herêma Başûrê Kurdistanê a li dijî şehîdan şermezar dikin. Em banga demildest radestkirina cenazeyên şehîdên xwe dikin. Beriya her tiştî di armanca wergirtina cenazeyên xwe de bi israrin û heya cenazeyên xwe werbigrin li her cihî têbikoşin.

Li dijî vê xiyanetê em banga yekitiyê li gelan dikin. Dê xiyanet winda bike azadî bi ser bikeve.”

Daxuyanî bi sloganên “Şehîd namirin, bimre îxanet”  bi dawî bû û serdana çalakvanan hat kirin.

Tê payîn ku di saetên pêş de Dayikên Aşitiyê wê herêma Cizîrê serdana çalakiya konvedanê a Sêmalka bikin û ber bi sînor bimeşin ku nûneran Başûrê Kurdistanê re hevdîtin bikin.

ANHA